img

Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê

STENBOL – Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Pisporê Rêvebiriya Avê Akgun Îlhan, anî ziman ku li Tirkiyeyê krîza avê ji zû de heye, lê belê heger polîtîkayên ne li gor guherandina avhewayê bidomin, dê ev yek neguhere û got: “Êdî pêdivî bi çareyên li ser asasên xwezayê heye.” 

Forûma Aboriyê ya Cîhanê, di Fakrora Xetereya Globalî ya 2021’ê de daxuyand ku di deh salên bê de, dê nexweşînên şewbî, kkrîza avhewayê, kêmbûna cureyên biyolojîk û krîza avê bi awayekî beloqî rû bidin. Li gor lêkolîna meha Mijdara 2020’an a Rêxistina Parastina Jiyana Xwezayî (WWF), dê di sala 2050’yî de piraniya nifûsa cîhanê li deverên ku xetereya avê lê zêde ye jiyana xwe bidomînin. Wekî gelek deverên cîhanê, Tirkiye jî dê bi vê krîza avê re rû bi rû bimîne. Li gor lêkolîneke WWF-Tirkiyeyê meseleya avê tenê ne li Stenbolê, Enqere, Îzmîr, Dîlok, Amed, Bûrsa, Mêrsîn, Konya, Edene û Antalyayê di nav lîsteyê de ne ku dê bi xetereya avê re rû bi rû bimînin. 
 
Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Pisporê Rêvebiriya Avê Akgun Îlhan, krîza avê nirxand. 
 
XWE BI XWE ÇÊNABE 
 
Îlhan, bilêv kir ku li Tirkiyeyê krîza avê ji zû de heye û ziwabûn jî 4-5 salên dawî ye rû daye. Îlhan, bilêv kir ku di dema ziwabûnê de welatî û rêvebir diqilqilin û wekî ku cara ewil e bi ziwabûnê re rû bi rû mane tevdigerin. Îlhan, destnîşan kir ku heya ku li dijî vê rewşê tevdîr neyên girtin dê ziwabûnê zêdetir bibe û got: “Ziwabûn, ne diyardeyeke werê ye ku xwe bi xwe çêbibe û derbas bibe.” 
 
ZÊDEBÛNA NIFÛSÊ 
 
Îlhan, anî ziman ku ziwabûn tezahureke guherîna avhewayê ye. Îlhan, bibîr xist ku guherîna avhewayê guherîna awayê barînê ye û got: “Ji ber ku awayê barînê diguhere, barana ku di 3 mehan de bibare, di 3 saetan de dibare. Li hewzaya Behra Spî, wyek ji welatên ku herî zêde bandorê ji guherîna avhewayê digire jî Tirkiye ye.” 
 
Îlhan, destnîşan kir ku di krîza avê de bi qasî guherîna avhewayê zêdebûna nifûsê jî meseleye û ev zêdebûn pirsgirêkê kûrtir dike. 
 
BER BI KÊMBÛNÊ VE DIÇE
 
Îlhan, da zanîn ku li gor îndeksa Falkenmarkê Tirkiye jî zûzûka ber bi welatên di warê avê de xizan in ve diçe û got: “Li gor vê îndeksê, heger salê serê kesekî/ê miqtadara avê di biniya hezar metre kupî de be, ew welat di warê avê de feqîr e. Li welatê me bi giştî 112 milyon metrekup av heye. Gava em vê dabeşî 83 milyon nifûsî bikin, salê serê kesekî hezar û 349 metrekup av dikeve. Niha em welateke ku di warê avê de xwedîstres in. Di salên 1960’î de ev rêje di ser 2 hezarî re bû û em ne welatekî ku di warê avê de xwedîstresa avê bûn. Tirkiye, niha di warê avê de ne welatekî feqîr e, lê belê di salên 2050’î de ê têkeve nav vê kategoriyê.” 
 
NE BEREKET, KARESATÊ TÎNE
 
Îlhan, destnîşan kir ku çendî ku rewş wiha ye jî, cardin bajarên tên avakirin li gor vê rewşê nayên avakirin û wekî ku guherîneke avhewayê tune be liv û tevgerek heye. Îlhan got: “Gava çend rojan baran bibare, em ziwabûnê ji bîr dikin. Lê belê em li Stenbolê dibînin, barana dibare dibe lehî. Yanî em nikarin vê avê li gor xw ebi kar bînin. Ji lew ra av di ser beton û asfaltê re zûzûka diherike behrê. Ava ku diviyabû bi xwe re bereket bianiyana, karesatê tîne.” 
 
‘EM DIKARIN KÊM BIKIN’ 
 
Îlhan, anî ziman ku sektora pîşesaziyê bi qasî sektora pîşesaziyê avê bi kar nayne, lê belê qirêjiya wê hîn zêdetir e û got: “Pîşesazî, bi kîmyasalan avê qirêjî dike. Halbûkî herêmên pîşesaziyê û fabrîke dikarin heman avê çend caran bi kar bînin, û teserifeke baş bikin. Mînakên bi vî rengî divê zêde bibin. Em tenê ava ji kaniyan tê xerc nakin. Gava em kîloye sêv dixwin jî em avê bi kar tînin. Divê em hesabê vê jî bikin. Gava em behsa teserifê dikin, divê tenê ava ji kaniyê diherike neyê bîra me. Divê em em berên ku dikirin û ava ji bo wan tê bikaranîn jî bifikirin.” 
 
BAJARÊN SINGERΠ
 
Îlhan, destnîşan kir ku divê bajar bibin “bajarên singerî” û ava dibare li bajaran bimîne û got: “Divê parkên ku nebatên pêdiviya wan bi avêt tune ye bçn çêkirin û divê daristanên heyî bên parastin û bên zêdekirin. Çareyên li ser asasên xwezayê divên Heger qadên hêşîn zêde bibin ê celebên biyolojîk jî zêde bibin, ê hesreta mirovan a ji bo qadên hêşîn nemîne, ê avhewaya bajaran baş bibe, ê xetereya ziwabûn û lehiyê kêm bibe, ê hewa paqij bibe. Zêdekirina qadên hêîn hem erzan e hem jî bi derbekê re bi xwe re gelek çareyan tîne.” 
 
MA / Kadîr Guney 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê

STENBOL – Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê li Beykozê qadeke daristanî ya 111 metrekarî dabû ber …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir