img

Di sedsala 21’emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -3Bayrak: Ji bo komplo bê famkirin divê mirov li dîroka Kurdan binere

STENBOL – Nivîskar û dîroknas Mehmet Bayrak, diyar kir ku ji bo komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan bê famkirin divê mirov li dîroka Kurdan binere û wiha got: “Der barê polîtikaya dijminantiya Kurdan de Yusuf Ziya Beg di sala 1923’an de li meclîsê gotibû “Ger ku Kurd û Tirk bi hevre nejîn wê aqûbeta wan tune be.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi destê hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê heman hêzan ve radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de li Grava Îmraliyê ya Ewlehiya Taybet a Tîpa F girtî ye. Tevî tecrîda giran a li ser wî tê meşandin gelek parêzname amade kirin û ji bo çareseriya gelên Rojhilata Navîn têkoşînek dijwar dide. Gelê Kurd wekî Rêberê Serhildana 30’yemîn a Gelê Kurd pênase dike. Ocalan diyar kiribû ku bi dîlgirtina wî xwestin şerê di nava gelê Kurd û Tirk de pêş bixe, lê wî rê li pêşiya vê yekê girt. Ocalan her dem dîrok esas girt û li gorî geşedan û rûdanên dîrokê gav avêt. 
 
Têkildarî dîlgirtin û tecrîdkirina Ocalan Dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak, nirxandinên girîng kirin. 
 
‘ÇIKA TEVGERA KURD A ÇEKDARÎ DEST PÊ KIR
 
Dîroknas Bayrak, diyar kir ku ji bo mirov çima Ocalan di sala 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin baş fam bike divê, divê mirov dîroka Kurdan baş bixwîne û wiha got: “Divê mirov pirsa ‘Çima tevgera çekdar a Kurd dest pê kir?’ û ‘Çima tevgera ku azadiya gelê Kurd dixwest piştre dest bi têkoşîna çekdarî kir?’ bibersivîne. Ji bo mirov bersîva van pirsan bide jî divê mirov li dîrokê binere. Di navbera salên 1910 û 1920’an de Rejîma Osmanî rêveberî di destê xwe de digirt. Wê demê nêzî 20 rêxistinên Kurd ên demokratîk hatin avakirin. Di nava van rêxistinan de wekî Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd û Cemîyeta  Talebeyên Kurd, ên ji rêxistinên jin û ciwanan pêk dihat jî hebûn. Van saziyan xebatên çand û perwerdehiyê dimeşandin. Dîsa di nava van 3 rêxistinan de partiyên bi nasnameya Kurd bûn. 3 partiyên siyasî yên bi navê Fikra Millet a Kurd, Fikra Demokrat a Kurd û Fikraya Serbest-î  hatibûn avakirin. Van saziyên Kurdan di destpeka Komarê de dest bi xebatan kiribûn. Di destpêka salên 1920’an de hatin qedexekirin. 
 
‘HEMÛ XEBATÊN KURDAN ÊN DEMOKRATÎK DESTESER KIRIN’
 
Piştî partî û rêxistinên Kurdan hatin desteserkirin Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê têkoşîna îlegal da pêşiya rêxistinbûna xwe. Piştre Cemîyeta Azadî ya Kurdistanê ava kir. Kurdan piştî rêyên têkoşîna siyasî li pêş wan hat girtin dest bi tevgera çekdarî kirin. Ji ber vê yekê ji destpêka dîroka Komarê heta niha hemû xebatên demokratîk, hewldanên rêxistinbûnê û xebatên rojname, kovarê tev hatin desteserkirin. Di encama tevan de Têkoşînka Neteweya Kurd dest bi têkoşîna çekdarî kir. Niha di şexsê PKK’ê de xwe bi ruh kiriye û pêş dikeve.”  
 
‘HEMÛ RÊ HATIN GIRTIN’
 
Bayrak, destnîşan kir ku hemû hewldanên Kurdan hatin desteserkirin û wiha berdewam kir: “Hemû xebatên Kurdan ên çandî, siyasî hatin desteserkirin. Her dem rastî êrîşan hatin. “Çapkirina rojnameyek bi nasnameya Kurd sûc hat dîtin. Ger ku wisa be têkoşîna çekdarî jî wekî rêya çareseriyê tê dîtin. Di sala 1975’an de Kovara Rêya Azadiyê (Özgürlük Yolu) yekem car li Tirkiye 45 hêjmar hat çapkirin. Di sala 1977’an de weşana Rojawelat ket weşanê. Ev bi darbeya 12’ê îlona 1980’an de bi dawî bûn. Hemû rêyên demokratîk hatin girtin. Tu rêyên din ên têkoşînê ji wan re nehat hiştin. Ji ber rêyên din nehatin niştin PKK’ê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Ji ber ku tu rêyên din ji Kurdan re nehat hiştin. 
 
‘SÛRIYE BÛ WELATÊ KURDÊN SIRGÛN Û PENABER’
 
Bayrak, da zanîn ku ji ber şert û mercên têkoşîna demokratîk a Kurdan li Tirkiye nema, Ocalan neçar ma li dervê welat dest bi têkoşînê bike û wiha lê zêde kir: “Kurdên rêya têkoşînê li pêş wan hat girtin berê xwe dan Sûriyeyê. 
Di serdema Komarê de ji ber rê li pêş têkoşîna Kurdan a zagonî hat girtin û têkoşîna wan hat qedexekirin, Rêxistina Azadiya Kurd (Xoybûn), li Lubnanê hat avakirin, lê piştî demekê derbasî Şamê bû. Şam axa herî nêzî erdnîgarigya Kurdan bû. Ji ber vê yekê divê çûyîna Ocalan a Sûriye mirov ecêb nebîne. Sûriye bû war û welatê Kurdên koçber û penaberê Bakurê Kurdistanê.  Di sedsala 17’emîn de fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî destana ‘Mem û Zîn’ nivîsî. Piştî bi peymana Kasr-ı Şirin Kurd bûn du perçe, li ser vê yekê ev destan nivîsî. Mehmet Emin Bozarslan, Mem û Zîn di sala 1969’an de werger kir. Lê beşa ku Ehmedê Xanî li diji perçekirina Kurdan îsyan dike hat derxistin. 
 
Pêvejoya peymana Sykes-Picot rê li pêş perçekirinê vekir û Kurd bi Lozanê bû çar perçe. Piştî Ocalan bi zorê ji Sûriyeyê derxistin, berê xwe da Ewropa. Ji bo xwe û tevgera gelê Kurd wekî hamleyek baştir dît. Lê Ocalan ji ber kêmasiyên dîplomasî pirsgirêk derket. Sedema ku Ocalan ji Ewropa şandin Kenya jî encama plana hêzên emperyalist bû. Hêzên emperyalîst bi vê planê xwestin Kurd û Tirkan bînin hemberî hev û şerê nava gelê Kurd û Tirk pêş bixin. Lê Kurdan bi 10-15 hezar eskeran hiştgirî dabû Alparslan û rêya Anatoliyê li Tirkan vekiribû. Bi vê yekê di navbera Kurd û Tirkan de hevpariyek pêş ketibû. 
 
GOTINA DÎROKÎ YA YUSUF ZÎYA BEG 
 
Bayrak, bal kişand ser gotinên Mebûsê Bedlîsê  Yusuf Ziya Beg a di sala 1923’an de li meclîsê axivî bû û wiha got: “Yusuf Beg gotibû ‘Ger ku Kurd û Tirk bi hevre nejîn wê aqûbeta wan tune be.’ Mixabin ev yek pêk tê. Divê bi lezgîn bi rêyên aştî û demokratik vê yekê çareser bikin. 
 
MA / Erdoğan Alayumat- Bariş Ceyhan  
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Holmes: Konferansa Sûriye ya Beyî Kurd serkeftinê nîne

STENBOL – Konfernas CHP’ê ya “Li Sûriyeyê Deriyê li Aştiyê Vedibe” ku Kurd dawet nekirin, …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir