img

Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!

AMED – Li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber xweza û dîrok bi çêkirina qenalên avê, bendavên ji bo Santralên Ceyranê yên Hîdroyê (HES) û Santaralên Ceyranê yên Jeotermalê (JES), projeyên madenê û her wiha bi hincetên leşkerî hatin rûxandin. Di dema pandemiyê de jî, talankirin nesekinî û di sala 2020’an de her çû zêde bû. 

 
Di encama polîtîkayên bi têgihiştina pergala kapîtalîst a hemû tiştên di xwezayê de weke meta dibîne, mirovahî bi krîza avhewayê û talana ekolojiyê re rû bi rû maye û ev talan û krîz di sala 2020’an de hê zêdetir bû. Ji bo bidestxistina aboriyeke mezin hem li karsaziyên xwemalî hem li yên navdewletî li her çar hêlên cîhanê talan û qirkirina xwezayê heye. Ji germahiya kurewî heta daristanên tên şewitandin, ji rêjeya jehrê ku her roj zêdetir dibe heta çem û rûbarên tên zuwakirin, bilindbûna asta berava behrê û bi hezaran kesên ji ber guherîna avhewayê bûne panaber û gelek pirsgirêkên din ji bo mirovahiyê her diçe dibin pirsgirêkên mezintir.
 
Li gel ku ewqas pirsgirêk li ber çavan in û vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ji serê salê heta niha heye lê talankirina ekolojiyê qet kêm nebû û bilezûbez didome.
 
Tirkiye ku bi deşt, çem, cureyên endemîk ên gihayan û hêşînahiya xwe tê naskirin bi talan û rûxandina ekolojiyê re rû bir û maye. Di îqtîdara AKP’ê ya 17 salan de AKP’ê bi nerîna xwe ya talanker hema bêje li hemû çeman HES çêkirin, li ser qadên daristan û erdan madenan çêdike û jîngehê li mirovahiyê teng dike.
 
RAPORA ÇED’Ê YA QENALA STENBOLÊ  PESEND KIRIN
 
Sala 2020’an bi nîqaşên “projeya mezin” a qenala Stenbolê ya îqtîdarê dest pê kir. Projeya ku dê Stenbolê bike du parçe, ji Karaburuna li berava Behra Reş dest pê bike, di Arnavutkoy, Esenyurt, Başakşehir, Avcilar û Esenyurtê re derbas bibe û dê Kuçukçekmeceyê bigihîne Marmarayê. Li gel ku ji her devera welat li dijî vê projeya ku dê kaniyan biçikîne û jîngehê talan bike, bertek û daxwazname ji bo Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê tên şandin, rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) pesend kir. Piştî ku rapor hat pesendkirin, parazvanên ekolojî û xwezayê gotin tu rastiya raporên ÇED’ê tune ye û ew formalîte ne.
 
MADEYÊN KÎMYEWÎ AV Û AX JEHRÎ KIRIN
 
Ji ber ku qadên madenan berfireh kirin gelek zirar li çêr, çandinî û daristanan bû. Dema ku madenan dixebitînin ew madeyên kîmyewî bi kar tînin av û axê jehrî dikin û tenduristiya gel dixin metirsiyê. Lewma li Rîze û Ordûyê li gel ku her demsal baran lê tê, ji ber bendavên HES’ê çem êdî lê naherikin. Heskîf bi dîrok û çanda xwe ya hezaran salan di bin ava bendavan de ma. Kepçe ketin navçeya Perşembeya Orduyê û  herêm talan kirin. 
 
QIRÊJIYA HEWAYÊ JI KRÎTERÊN WHO’YÊ BILINDTIR E
 
Li Tirkiyeya’ya ku bûye dojeha santrala termîkê li gel 29 santralên termîkê yên çalak hene her wiha ji 40’î zêdetir santral di pêvajoya çêkirinê de ne. Li gor rapora Platforma Mafê Hewaya Paqij a bi sernavê “Rapora Reş 2020”; ji sedî 98’ê 51 bajaran, rêjeya qirêjiya wan a hewayê li ser sînorê  Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) ye. Heke qirêjiya hewayê li Tirkiyeyê daxistibûna û kiribûna li gor sînorê WHO’yê wê gavê dê ji sedî 7,9 rê li ber mirinan bihata girtin. Di raporê de hat diyarkirin ku  li Zonguldakê ji ber santralên termîk mirov bi hewaya qirêj re rû bi rû mane.
 
RÛXANDINÊ ZIRAR DA ÇANDINIYÊ JÎ
 
Rûxandina ekolojiyê herî zêde bandor li ser çandiniyê kir. Projeyên li Fatsa, Soma û Bexçeyên Hewselê  hatin çêkirin, zirarek mezin dan çandiniyê. Mînaka herî mezin a vê jî deşta Çarşambayê ya Samsûnê ye. Înşaata santrala bîokutleyê ya li gel biryara sekinandinê ya dadgeyê dîsa jî hatibû çêkirin, bandoreke mezin li wê herêmê kir. Herêm nêzî behrê ye lê ji ber ku dê ava binerde bê bikaranîn, metirsiya zuwabûnê heye.
Her wiha li bajarên mîna Antalya, Mugla, Amasyayê ji ber projeyên HES’ê, maden û santralê xêrûbêra mehsûlan nemaye.
 
PANDEMÎ NIKARIBÛ BI ŞIRKETAN
 
Di serdema ku hemû cîhan li dijî koronayê têdikoşiya, qedexeyên derketina derve jî li Tirkiyeyê rê li ber talankirina ekolojiyê negirt. Gel ji malên xwe dernediketin lê xebatên şîrketên enerjî û madenan didomiyan. Nemaze xebatên li newala Kamîletê ya navçeya Arhaviya Artvînê, bû sedem ku bi mehan herî û ritam ji wan çeman biherike. Newala ku xwedî cureyên gihayan ên endemîk û gelek parqan e, ji ber van xebatan xwezaya wê zirarek mezin dîtiye. 
Her wiha di dema pandemiyê de ji Trabzonê heta Amedê, ji Çanakkaleyê heta Êlihê li gelek cihên welêt tehrîbatên ekolojîk pêk hatin. Di vê pêvajoyê de Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), di 24’ê tebaxê de pêvajoya îhaleyê ji bo 766 herêman da destpêkirin. Bi vê îhaleyê re ji serê sala 2019’an heta niha, 2 hezar û 685 cihên madenê derxistin îhaleyê. 
 
BI QANÛNAN RÊ LI BER ŞIRKETAN VEKIRIN
 
Di vê salê de geşedanên herî zêde derketin pêş ev in: “Qanûna Piyaseya Ceyranê û Pêşniyarên der barê Guhertina hin Qanûnan de” û “Pêşniyara avakirina Ajansa Hawirdorê” li meclise hat qebûlkirin. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ragihand ku bi guherînên di piyaseya ceyranê de, dê xweza û jîngeh bên mêtin û îmtiyazên nû bide çend şirketên maden û enerjiyê û wê wan teşwîq bike.  TTB’ê di rapora xwe de bal kişand ser berfirehkirina çaroçeveya enerjiya nû dibe dê qirêjiya hewayê zêde bike.  Qanûna ku rêxistinên ekolojiyê jî bertekên xwe nîşan dan, dê bi kêrî şirketên enerjî û madenê bê û rê li ber erfirehikirina qadên madenan vebike.   
 
Ajansa Hawirdorê ya Tirkiyeyê ku partiyên muxalif jê re dibêjin “Wezareta Paralel”, li gor nerînên pisporan, ew ê rê li ber polîtîkayên hawirdorê yên li kamûyê girtî ne vebike û nikaribin bên kontrolkirin.
 
RÛXANDIN EKOLOJIYÊ KRÎZA AVHEWAYÊ MEZIN KIR
 
Talankirina xwezayê, jiyana hemwelatiyan wêran kir. Digel zeviyên çandiniyê, di nav salê de ji ber lehî û hezazên li Rîze û Gîresûnê 13 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan.  
 
Rûxandina ekolojiyê krîza avhewayê zêde dike û mirov dikare bêje ku rojên reş û tarî li pêşiya Tirkiyeyê ne. Li gorî profesorê meteoroliyê Mikdat Kadioglu: “Ji 3’ya 2’yê Tirkiyeyê nîvhişkî ye. Ji 4’an 3’yê axa welêt wê hişk û bêber bibe. Wê av kêm bibe û hilmûgulm zêde bibe. Di sala 2023’yan de em ê ava heyî bi temamî bi kar bînin. Piştî 2023’yan wê welatê me bibe welatekî kêmav.”     
 
KRONOLOJIYA RÛXANDINA EKOLOJÎK
 
Geşedanên sala 2020’an ên têkildarî ekolojiyê wiha ne:
 
17’ê çileyê: Projeya Qenal Stanbol bi rapora nirxandina bandora li hawirdorê ji aliye wezareta bajarvanî û hawirdorê ve hat erêkirin.
 
4’ê adarê:  Bi biryara serokomar li Edeneyê 9, li Artvînê 1, li Bolûyê 3, li Erziromê 7, bi giştî 14 hezar donim ji “zozanbûnê” hat derxistin. 
 
9’ê adarê:  Li Perşembe, Gurgentepe û Fatsa yên girêdayî Ordûyê qadeke bi milyon û 967 hezar û 61 hektarî îhale kirin û ruxsat dan.  
 
31’ê adarê: Li navçeya Mereş Avşînê ji bo santrala termîkê ÇED’ê biryara xwe bi erênî da. Rapora ÇED’ê ya ji bo projeye hatibû amadekirin di heman demê de ew şirketa ku rapora Qenal Stanbolê amade kiribû ya bi navê Çinar Endezyar bû.
 
4’ê nîsanê: Li navçeya Ula ya girêdayî Muglayê 30 hektar daristan wekî qada plantasyonê ya endustriyê hat îşaretkirin û paşê dar birîn. 
 
6’ê nîsanê: Çemê Bartinê ku wekî “qada hesas divê bêparastin” û wiha hatibû pênasekirin statuya wê guherîn û kirin “qadek berketî ya ku divê bê parastin”.
 
13’ê nîsanê: Gola Saldayê ku bi pileya yekemîn di statuya xwezayî de ye, diviyabû bê parastin bi boneya dê bikin bexçeyê miletê xwestin xera bikin lê li ser bertekan ev proje hat sekinandin.
 
27’ê nîsanê: Afrodisias a kevnar û navdar ku di lîsteya mirasa cîhanê ya UNSCO’yê de ye, li Karacasuyê ji bo bikin JES pêvajoya nirxandinên li ser hawirdorê dan destpêkirin. Di malpera wezareta bajarvanî û hawirdorê de hat ragihandin li taxa Ataeymir a Karacasuyê dê ji bo jeotermale xebatên kolandinê bên kirin.  
 
3’yê gulanê: Yason a li navçeya Perşembe ya girêdayî Orduyê ye, bi pileya yekemîn di qada parastinê de ye, lê ji aliye şaredariya Orduyê ve di çarçoveya projeyek xwe de bi kepçeyan dest bi xebatên rêçêkirinê kir.
 
10’ê gulanê: Ji aliye dadgeha îdarî ya Samsûnê ve plan û ruxsata Enerjiya Oltan Koleoglu ku înşaata Enerjiya Santrala Biyokutle ya Çarşambayê ye, hat mohr kirin û sekinandin. Vê şirkete mohr şikand û dîsa dest bi xebatên înşaatê kirin. 
 
16’ê gulanê: Ji ber ku bendava Karakurtê ji bo projeya HES’ê a ji hêla şireketa Çekya Energo Proyê û şirketa Bilsev Enerji Uretimê tê çêkirin ve hat girtin gundê Karakurtê yê Qersê di bin avê de ma. Ji ber ku av gelekî bilind bû rêya gund hat girtin û gundî perîşan bûn.
 
20’ê gulanê: Li gundê Kîrazliyê yê Yenîşehîra Bursayê ji bo şirketa Madenê ya Lubnanê Meyra li wir tesîsa bakir û çînkoyê çêbike dar hatin birîn.
 
27’ê gulanê: Li gel ku dadgehê der barê projeya FSRU Lîman û Xeta Boriyan de biryara ‘ÇED betal’ dabû lê wezaretê li ser îtiraza Botaşê ev proje pesend kir.
 
10’ê hezîranê: Piştî ku dîroka 12 hezar salan Heskîf di bin ava bendava Ilisuyê de hiştin, rewşa wê ya dawî parve kirin. Piştî rewşa dawîn a hişkûhola hat parvekirin, gelek bertek hatin nîşandan.
26’ê hezîranê: Wezîrê Enerjiyê Fatih Donmez,  ragihand ku dê Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê di sala 2023’an de bikeve dewrê.
 
11’ê tîrmehê: Îhaleya ji hêla Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Milî ve der barê nêçîra pezkoviyên Dêrsimê de hatibû plankirin hat betalkirin.
 
13’ê tîrmehê: Projeya avahiya santralê ya ji bo HES’a sêyemîn li herêma Pilarget û Uçirmaka Artvînê  bê çêkirin hatibû plankirin bi rayên AKP’ê ket Meclisa Şaredariya Artvîn’ê.
 
23’ê tîrmehê: Wezaretên ragihandin û hawirdorê ji bo statuya daristanên Arnavutkoya Stenbolê yên di nav sînorên qûşaxa parastinê û Qenal Stenobolê de dimînin, bê rakirin pêşniyarqanûn amade kir.
  
25’ê tîrmehê: Ekolojîstên ji bo li dijî lêgerînên zêran ên li Kazdaglariyê derkevin çûn herêmê, li Gelliboluyê rê li wan hat girtin û hatin binçavkirin.  
 
23’ê tebaxê: Di lehiya li Gîresûnê de, 11 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gor daxuyaniya TMMOB’ê lehî ji ber polîtîkayên şaş ên têkildarî lehî û HES’an û ji ber sedemên mîna avahiyên bêplan qewimiye. 
 
23’ê tebaxê: Li daristana Kuyubelliya Kozana Edeneyê şewat derket. Ji ber şewatê gelek darên çaman şewitîn.
  
24’ê tebaxê: Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenan (MAPEG), ji bo 766 herêman pêvajoya îhaleya dayîna ruxsatên madenan hat destpêkirin. 
 
26’ê tabaxê: Tevî ku dadgehê biryara ‘ÇED ne derbasdar e’ ya têkildarî santralên enerjiya bayê yên dihat xwestin li Çeşmeya Îzmîrê bên çêkirin, betal kir jî li qadên arkeolojîk û daristanên Kislecika Germiyanê xebat domiyan.   
 
28’ê tebaxê: Pira Gabonê ya 400 salî ya li Gêla Amedê, bi armanca firehkirina rêyê hat hilweşandin.
 
14’ê îlonê: Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, ropora dawiyê ya ÇED’ê ya ji bo li Sînopê çêkirina santrala nukleerî biryara ‘ÇED erênî ye’ da. 
 
17’ê îlonê: Ji bo 9 îhaleyên qadên madenê û ji 3 daristanan yekê yên li Koycegiza Muglayê, derket holê ku wê ruxsat bên dayîn.
   
4’ê îlon: Li Pazarcixa Meraşê, li qada şêkeft û mezelên tahtî yên 3 hezar salî yên ji serdema Romayê mane, darên li ser 2 hezar hektarî hatin birîn.
  
9’ê cotmehê: Dema ruxsata şirketa ku li navçeya Fatsa ya Orduyê li madeya siyanurê digeriya qediya, lê digel daxuyaniyên gel û Komeleya Hawirparêz a Ordûyê xebatên li qada madenê didomin. 
 
27’ê cotmehê: Şirketekê li gundên Yeşilkent, Uçpinar û Çigdem ku girêdayî navçeya Uney ya Orduyê ne, ji bo kana madene xebatên kolanadinê dan destpêkirin. Ew cenderme bi hev re hatibûn gundan li ser vê yeke gundiyan rê girt û cendermeyan mudaxale kir, bi dehan gundî binçav kirin. Gundiyan deh rojan li ber xwe da ji ber vê berxwedanê xebatên sondajê hatin rawestandin.
 
26’ê mijdarê: Qanûna piyaseya ceyranê û hinek qanûnên din li meclisê hatin qebûlkirin. Rêxistinên ekolojiyê û pisporan got ev rê li ber texrîbata ekolojîk vedike û bertek nîşan dan.
 
4’ê kanûnê: Muxalefetê ku digot ÇED’ê ji derveyî pêvajoya venêrînê bê girtin avakirina Ajansa Hawirdorê ya Tirkiyeyê û di hinek qanûnan de veguherîn bi pêşniyarqanûnê li meclisê hat qebûlkirin. 
 
5’ê kanûnê: Midûriyeta giştî ya parkên milî û xwezaparêz di çarçoveya ‘nêçîra tûrîzmê’ de ji bo ku li Dêrsimê pezkoviyekê nêçîr bike destûr da Bradley Garrett Van Hooseyê amerîkî.
 
8’ê kanûnê: Berê gundiyan li zozanên Demirdoven a Artvînê sê caran şirketa HES’ê ji gund derxistibû. Cara dawî bi leşkeran re hatin û dest bi xebatê kirin, gundiyan xwest xebatê asteng bikin lê leşkeran nehişt. 
  
10’ê kanûnê: li navçeya Dihê ya Sêrtê ku dixwestin li ser rûbarê Zorava projeya HES’ê çêbikin, gundiyan doz li ÇED’ê vekiribû ku ev proje bê betalkirin lê 15 TL ji bo 57 gundiyan mesref derxistin.
 
 MA / Tolga Guney
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê

STENBOL – Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê li Beykozê qadeke daristanî ya 111 metrekarî dabû ber …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir