img

Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan

STENBOL – Li gorî rapora cînayetên kar ên meha Sibatê ya Meclîsa ÎSÎG’ê aşker kir, herî kêm 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayên kar ên di meha Sibatê de rû dan aşker kir. Di raporê de, hat diyarkirin ku desthilatdarî û karsazan salek pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin fersendê û wiha hat gotin: “Bi taybetî di rojên şewbê de, bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin avêtin. Li gorî me tespît kiriye, ji ber Kovîd-19 herî kêm 848 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ango Kovîd-19 bûye nexweşiya cîna karkeran.” 
 
DI SIBATÊ 138 CÎNAYETÊN KAR 
 
Meclîsa ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha Sibatê de herî kêm 138 cînayetên kar rû dan û daneyên xwe yên têkildarî mijarê parve kir.
 
Danayên karkerên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ye:  
 
“*Ji 138 kedkaran 113 jê karmend û karkerên mûçekarin.  
 
*Ji 138 karkerên jiyana xwe ji dest dan 7 jê jin û 131 jê zilamin. 
 
*4 karkerên zarok can dan û van zarokan di karên çandinî û înşaetê de jiyana xwe ji dest dan… 
 
*46 karên temenê wan di ser 51’an re jiyana xwe ji dest dan. 
 
*5 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. 3 ji van Sûriyeyî, 1 Îranî û 1 jî Ûgandali bû…
 
*Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 6 jê sendîkayîbûn. Ev karker di karên tekstîlê û tenduristiyê de dixebitîn.” 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

’20 sal in çandinî her diçe kêm dibe’

AMED – * Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, diyar kir ku ji …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir