img

Di êrîşên TSK’ê de li Tirbespiyê 4 welatî birîndar bûn

QAMIŞLO – Êrîşên TSK’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrîşan de, li gundê nevçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê 4 welatî birîndar bûn. 

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan îro saet di 16.00’an de îlan kir ku TSK operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Piştî TSK’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên TSK’ê ji Amedê rabûn û gelek gundên  Bakurê Sûriyeyê bombe kir. TSK bi tang topên opusê herêmê bombe dike. Balafirên şer ên F-16 gundên Serêkaniyê, Gire Spî û Qamişlo bombe kir. Di topbarana TSK’ê ya li Qamişlo de 4 welatî birîndar bûn. nava çar welatiyên ku hatin birîndarkirin de zarokek jî heye. Li Gundê Girhesenakê yê navçeya Tirbespiyê  ya kantona Qamişloyê di encamê bombebarê de 4 welatî birîndar bûn. Di nav kesên birîndar bûne de, zaroka bi navê Rojîn Sebrî  ya 16 salî jî heye. 
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin

HESEKÊ – Meclisa Serêkaniyê, têkildarî “herema ewle” daxuyanî da û diyar kir ku heke herêma …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir