Dermanê li dijî extiyariyê

Ji Zanîngeha Kaliforniya ya DYE’yê pisporan salekê her roj derman da şeş kesan. Li gorî encamên vê lêkolînê ku li kovara Nature hatin weşandin, rawestandina extiyariyê li aliyekî temenê kesên ku derman ji wan re hate dayin bi 2.5 salan ciwantir bû.

Sîstema xweparastina beden a wan kesan di nava wê demê de xurtir bû.

Ji lêkolîneran Steve Horvart diyar kir, dema ku wan dest bi ceribandinê kirin ew li bendê bûn ku extiyarê rawestînin û kes ne li bendê bû ku mirov hîn ciwantir bibin.

Lê belê zanyar bi gumanbarî nêzî encamên lêkolînê dibin, ku hîn lêkolîn li pîvanên zanistî nayê.

Nehate eşkerekirin ku dermanên hatine bikaranîn kîjan derman in. Lê belê tê gotin ku yek ji sê dermanan dermanên li dijî hormonê mezinbûnê û du jî li dijî nexweşiya şekir e.

Di dema bê de wê zanyar bi komeke hîn berfirehtir lêkolînê dubare bikin.

Nuçe/Foto: ANF

Herwiha Check

Ya ku li Marsê weke lavê dihate dîtin, dibe ku herî be!

Berê dihate gotin ku li ser rûyê gerstêrka Marsê lav hene. Yekemcar sala 1965’an amûra …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir