img

Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da

ENQERE – Şandeya dadgehê di danişîna doza Şûle Çet de biyara xwe aşkere kir. Dadgehê, cezayê muebbeta giran û 13 sal cezayê girtîgehê li bersûc Çagatay Aksû yê girtî birî û li Berk Akat jî, bi giştî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.  

Xwendekara Zanîngeha Gazî ya Enqerê Şûle Çet a 22 salî di 29’ê Gulana 2018’an de, bi awayekê bi guman ji qata 20’emîn a Yelken Plaza ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû. Çagatay Aksu (34) û Berk Akand (33) derbarê mirina Çet de hatibûn girtin û bi îdîaya “bi zanebûn kuştin” û “Êrîşa zayendî û gef li azadiya kes xwarin” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Şûle Çet li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.
 
Dozgerê ku di danişîna derbas bûyî de mutalaaya xwe aşkere kiribû û xwestibû ku bersûc Çagatay Aksû û Berk Akand bi sûcdariya “kuştinê, kes ji azadiya wê bêpar hiştin û êrîşa zayendî” bên cezakirin. Dozger di vê çarçoveyê de xwest cezayê müebbetê û 30 sal cezayê girtîgehê li Aksû bê birin û ji bo Akand jî 40 sal cezayê girtîgehê bê dayîn. 
 
Xizmên bersûc, bertek nîşanî parêzerên malbata Şûle çet ku ji bo piştevaniyê doz li ser piyan şopandindin dan, malbatê jî got ku ew ê dozê li ser piyan bişopînin.
 
BERSÛC BERAETA XWE XWEST 
 
Di serî de gumanbar Çagatay Aksu mafê axaftinê girt, got di medyayê de derbarê Şule de raporên sexte hatine serwîskirin, anî ziman ku gel hatiye sorkirin û beraeta xwe xwest. 
 
Dozgeriyê mutalaa careke din aşkera kir û got: “Berk Akand û Çagatay Aksu bila rewşa wan a girtî berdewam bike û ji bo bidawîkirina dozê jî biryar a dadgehê ye.”
 
PARÊZERÊN BERSÛCAN JINÊN EDALET XWESTIN KIRIN HEDEF
 
Parêzerên bersûc Berk Akand Paşa Buyukkayar diyar kir ku Berk Akand bê sûc e û xwest ku bê beraetkirin. Parêzerê gumanbar Îskender Balkiş jî di parastina ku kir de jinên ku ji bo Şule Çet edalet xwestin hedef girt û ev tişt got:”Ev zarok divê radestî neçîrvanên pîrevokan ên 20-25 salî neyên kirin û wê rastî derkeve holê. Ji ber wê ez tahliyeya muwekîlê xwe dixwazim.”
 
Piştre dîsa Çagatay Aksu mafê axaftinê girt û li ber dadgehê geriya ku guhdarî li malbata Şul Çet û parêzerên wan neke. 
 
DADGEHÊ CEZA DA BERSÛCAN
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi sûcdariya “bûyer veşartin û bi zanebûn kuştin” cezayê muebbetê, bi sûcdariya “êrîşa zayendî” 10 sal û 6 meh û bi sûcdariya “kes ji azadiya wê bêpar hiştinê” jî 2 sal û 6 meh, bi giştî 13 sal cezayê girtîgehê li bersûc Çagatay Aksû birî.  
 
Dadgehê ji bo bersûc Berk Akand jî, bi sûcdariya “alîkarî dayîna kuştina kes” 12 sal û û 6 meh, “kes ji azadiya wê bêpar hiştinê” 5 sal û ji “êrîşa zayendî” jî salek û 3 meh, bi giştî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. 
 
Xizmên bersûcan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û ji ber rageşiya rû da ji  salona dadgehê hat valekirin. 
 
‘BIJÎ PIŞTEVANIYA JINÊ’
 
Piştî ku biryar hat aşkerakirin rêxistinên jinan bi dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan” ji salona dadgehê veqetiyan.
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir