img

Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin

ÎZMÎR – Cotkarên li Menderesê çandiniyê dikin, diyar kirin ku ew necar mane ku xiyarin çandine bi 20 qurişan bifiroşin û gotin: “Êdî tu qîmeta xiyarên me nemaye.” 
 
Cotkarên li Taxa Degirmendere ya navçeya Menderes a Îzmîrê çandiniya xiyaran dikin, ji ber krîza aborî êdî nema dikarin çandiniyê bikin. Cotkaran bal kişandin ser lêçûnên weke mazot, gübre, sera, karkeran, kirêya zeviyan û komîsyonan û gotin ew vê qas eziyete ji bo 20 qurişan dikêşin. Cotkaran dest nîşan kirin ku ji ber ku xiyarên wan nayin firotin, ji necarî wan davêjin. 
 
COTKARÎ XELAS BÛYE 
 
Cotkar Harûn Yikar ê li gundê Degirmendere çandiyê dike, bal kişand ser bihayê kîloya xiyaran û wiha axivî: “Divê kêliya xiyaran herî kêm bi 80 qurişan be, lê em bi 20 qurişan difiroşin. Em şitlên xiyaran bi 2,30 TL’an dikirin, lê li marketan bi 4 TL’an tên firotin. Her sala bihayê xiyaret kêm dibe. Ger rewş wisan biçe sale bê emê nekarin çandiniyê bikin. Catkarî qediyaye. Gelek lêçûnên me hene. Lê tu feydeyek me tuneye. Her tişt pir biha bûne. Tiştek erzan nemaye. Niha cotkar ji ber deynên xwe, difikirin ku zevî û traktorên xwe bifiroşin. Rezîltiyek mezin heye. Divê demildest çareseriyeke ji me bê dîtin.” 
 
‘EM NIKARIN MÛÇEYÊN KARKERAN BIDIN’
 
Mûstafa Gok ê li gundê Degirmendere seraya wî ya 5 donim xiyar heyî jî, anî ziman ku ew nikarin mûçeyên karkerên di zeviya wan de dixebitin bidin  û wiha  got: “Nêzî 40 hezar TL deynê min heye. Vîrûsa koronayê bûye hincet, lê berî şewbê jî krîza aboriyê hebû.  Kiseke gubreyê bi 350-400 TL’an ne. Êdî em nikarin ji bin vî barî derkevin. Ji me re dibêjin ew bi 60 qurişan xiyaran difiroşin. Ji me jî bi 20 qurişan dikirin.  Ji bo vê derê ez 7 hezar TL kirê didim. Em neçar diminin pere deyn bikin. Xiyarên me êdî nayin firotin.”
 
DEYN DIKE 
 
Yildiz Dogan a debara xwe bi çandinyê dike jî, wiha mexdûriyeta xwe anî ziman: “4 zarokên min hene. Ez bi hevjînê xwe re karê çandiniyê dikim. 3 donim erdê me heye. Ji bilî seravaniyê tu kareke me ya din tuneye. 25 hezar TL deynê me heye. Keça min diçe dibîstanê. Em saet 06.00’ê sibehê diçin serayê. Heya saeat 12.00’an em dixebitin. Saeta 16.00’an dîsa em diçin û heya saet 19.00 dixebitin. Şev û roj em dixebitin. Lê dîsa jî em nikarin mesrefên xwe derbixin. Her sal em pere deyn dikin. Dewlet alîkariya me nake. Bi hewldanên em vî karî dikin û dixwazin qezenceke me hebe.”
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan

STENBOL – Meclîsâ ÎSÎG’ê rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha Hezîranê aşkere kir û …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir