img

Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye

WAN – Li Gundê Sêşûnis ê Wanê Welatî Nurullah Sonmez ser serê sibehê bi hilatina rojê çêlekên xwe ji hewşê derdixe û berê xwe dide Çiyayê Eregê. Sonmez, her demsala baharê çêlekên xwe li Çiyayê Eregê diçêrîne û Çiyayê Eregê ji bo şivan û gavanan bûye warê debar û jiyanê. 

 
Welatiyên Gundê Sêşunis ê Rêya Armûşê ya Wanê, demsala baharê sewalên xwe derdixin çiyayê Eregê û diçêrînin. Yek ji welatiyê Gundê Sêşûnisê Nurullah Sonmez e. Sonmez, di her demsaba baharê de her roj serê sibê bi hilatina rojê re berê xwe dide Çiyayê Egerê û çêlekên xwe dibe çêrê. Sonmez, her serê sibehê çêlekên xwe ji goma hewşê derdixe û li sînga çiyayê ku 3 hezar û 200 metre bilind e diçêrîne. Sonmez, diyar kir ku Çiyayê Eregê, bi giha, çêre, av û gulîlkên xwe pir xweş e. Çiyayê Eregê ji bo sewal û mirovan qada debar û jiyanê ye. 
 
 
MA / Cemil Ugur
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

‘Hikûmeta AKP’ê em di nav deynan de hiştine’

AGIRÎ – Sewalvaniyên agiriyî, anîn ziman ku ji ber polîtîkayên heyî çavkaniya wan a debarê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir