img

Çima Ocalan kirin armanc?

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Navdewletî ku di sedsala 21’an de dîsa Rojhilata Navîn xistin dorpêçê, ewil Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin armanca xwe. Siyasetmedar û endamê Koma Aştiyê Seydi Firat, destnîşan kir ku piştî têkçûna artêşa Sadam a salên 1990’î hem di qada navneteweyî de hem jî li Rojhilata Navîn gelek tevgerên şoreşger têk çûn û belavbûn û wiha got: “Lê tevgera azadiya Kurd li dijî vê yekê pêş ket, mezin bû û li herêmê bû tevgera azadiyê ya bingehîn. Ji ber wê hêzên navdewletî xwestin  pêşî li Tevgera Azadiyê bigirin û komplo pêş xistin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal berê di 15’ê Sibatê de bi destê hêzên navdewletî dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê girtî ye. Piştî hêzên navdewletî Ocalan dîl girtin û avêtin Zindana Îmraliyê, tecrida li Îmraliyê jî dest pê kir. Her çend car caran parêzer û malbat çûbin Îmraliyê jî dîsa tecrîda giran a li Îmraliyê didome. Bi tu awayî agahiya malbat û parêzeran ji Ocalan nayê girtin. Dîsa Ocalan bi tu awayî nikare bi derve re temasê dîne û ji derve bê agahî ye. Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîdê 76 roj in di greva birçîbûnê dene. Bi hezaran girtî dixwazin tecrîd bi dawî bibin û bedena xwe dane ber birçîbûnê. 
 
ROJHILATA NAVÎN BAXÊ GELAN Û BAWERIYAN E
 
Li Rojhilata navîn bi sedan gel û bawerî di nava hevde dijîn. Hêzên navdewletî ji bo axa Rojhilata Navîn bi dest bixin, çav berdane axê û li herêma Rojhilata Navîn şer geş dikin û kaosê zêde dikin. Bi taybetî polîtîkaya perçe bike û bi rêve bibe pêş dixin. Bi dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî xwest gelê Kurd û Tirk berdin sînga hev û şer geş bike. Piştî ev polîtîka bi ser neket, vê carê dîsa tecrîd giran kir û li herêmê DAIŞ pêş xistin. Di 43  salên dawî de PKK’ê di pêşengî û Rêbertiya Abdullah Ocalan de li dijî vê feraseta perçekirin, înkar û tunekirinê dest bi têkoşînê kir û pêşengiya azadiya gelan dike. Hêzên Navdewletî ewil di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek navdewleti Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Piştre di 15’ê Sibata 1999’an radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê di tecrîdê  de tê girtin. Ji ber vê yekê gelê Kurd 15’ê Sibatê her sal wekî roja reş pêşwazî dikin û şermezar dikin. 
 
DIXWAZIN SEDSALA 21’AN JI NÛVE SAZ BIKIN
 
Hêzên navdewletî ku axa Rojhilata Navîn di sedsala 20’an de li gorî xwe dabeş kirin û parve kirin, dixwazin di sedsala 21’emîn de jî dixwazin li gorî xwe pergalekê ava bikin û ji nûve saz bikin. Sembola pergala Modernîteya Kapitalist DYA ji bo xwe êrîşa 2 Kuleyan kir hincet û li rojhilata navîn dest bi şerekî nû kir. Bi şerê korfesê pêvajoyek nû ya şer da destpêkirin. Êrîşa li dijî Iraqê û şerê Kendavê bû destpêka 3’emîn Şerê Cîhanê. 
Bi vê yekê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dest pê kir. Projeya Mezin a DYA ewil di 7’ê Tebaxa 2003’an de, Şewirmendê Serokê DYA’yê yê Ewlehiya Neteweyî Condoleezza Rice bi gotara “Transforming Middle East” şer anî rojevê. Bi destpêka vî şerî DYA Ocalan kir hedefa xwe. Ji ber ku DYA ji bo vê projeyê têxe meriyetê Ocalan ji bo xwe asteng dît. 
 
OCALAN KIRIN ARMANC 
 
Hêzên navdewletî ku DYA serkêşiya wan dike bi armanca “Serî jêke û bedenê perçe bike” dest bi planên komployê kirin. Di çarçoveya komployê de Ocalan ji Sûriyeyê derxist û gava ewil avêt. Beriya vê yekê di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Ocalan suîkast pêş xistin. Piştre derket holê ku ev karê suîkastê dane Endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim ê bi kodê “Yeşil”.  Di sala 1994’an de Serokê DYA Bill Clinton  çû Sûriye û bi Hafız Esad re hevdîtin kir. 4 saetan hevdîtin kirin û 3 saet ji rewşa Ocalan re veqetandin.
 
Li gorî van agahiyan; Clînton, piştî seredana Suriyeyê bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs re li Qesra Spî hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de jî tasfiyeya Ocalan hat axaftin û Sîmîtîs, bi hesabên ku derbarê Giravên Qibris û Egeyê de ji Tirkiyeyê tawîzan bigire, hevkariya bi Emerîqayê re qebûl kir.
 
Dema lingên komploya bi armanca tasfiyekirinê bi vê gavê dest pê kir, Ocalan hewldanên xwe yên aştiyê ku ji bo vê lîstikê xera bike di domandin. Dema bi qezaya trafîkê ya Sûsûrlûkê têkiliyên dewlet-polîs-mafya yên zincîra skandalan hatin sala 1998’an, li Tirkiyeyê guhertina desthilatiyê pêk hat û Partiya Refahê çû ser hikumetê. Serokê Giştî yê Partiyê Necmettîn Erbakan ji PKK’ê re bi riyên nerasterast daxwaza xwe ya agirbestê ragihand. Ocalan jî di heman salê de di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de cara sêyemîn agirbest îlan kir û ji bo bingeha aştiyê çêbibe xwest pêşiya hikumetê veke.
 
LINGÊ KOMPLOYÊ YÊ KURD
 
Dema ku tora komployê ya derbarê Ocalan de bi hêzên dewletê yên kûr re dihat hûnandin, lingê tasfiyeyê yê kurd hêj kêm bû. Bi vê armancê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî gazî Enqereyê kirin. Li gel gazîkirina Barzanî ya Enqereyê, vê carê Serokê YNK’ê Celal Talabanî jî gazî Washîngtonê kirin. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera Emerîqa û PDK û YNK’ê de “Peymana Otonomiya Kurd” hat îmzekirin. Li pey vê peymanê de dest bi pêvajoyê kirin.
 
JI BO ÇARESERIYÊ EWROPA TERCÎH KIR
 
Ocalan ê ku ji ber van peymanên girtî û veşartî neçar ma ku ji Suriyê derkeve, di nava vebijêrkên “çiya” û “Ewropa” bi armanca bingeheke çareseriya pirsgirêka kurd, bi gotina xwe ku “xwe fedakirin” bi nav dike derket rêwitiya Ewropayê. Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi balafirekê ji Balafirgeha Şamê ji Suriyeyê derketi heta 15’ê Sibata 1999’an ku teslîmî Tirkiyeyê hat kirin di nava welatên Yewnanîstan, Rûsya, Îtalya, Rûsya, Kirgizîstan, Rûsya, Yewnanîstan, Rûsyaya Spî û careke din Yewnanîstan û Kenyayê çû û hat.
 
ROLA GARDIYANTIYÊ JI TIRKIYEYÊ RE
 
Ocalan ku jê re gotin dê bibin Afrîkaya Başûr ji Yewnanîstanê birin Kenyayê û piştî ku hat xapandin û ji Sefaretxaneya Yewnanîstanê hat derxistin li Balafirgehê teslîmî tîmên ji Tirkiyeyê hatin kirin. Ocalan bi balafireke bi nimreyeke sexte ya ala Malezyayê li ser, şeva 14’ê sibatê girêdayî 15’ê Sibatê dikir ber bi Tirkiyeyê ve derket rê û xistin Girava Îmraliyê ya ku hêj baş nehatibû amadekirin lê hêj amadekariyan dikirin. 
 
Komploya li ser Ocalan ku di nava salan de hat fêmkirin esas aktorên wan Emerîqa, Îngîltere û Îsraîl in, Rûsya, Îtalya, Yewnanîstan û Tirkiyeyê rolên ku dane wan bi cih anîn. 
 
Almanya, Fransa û Holandayên ku serlêdana sitareya Ocalan qebûl nekir û zext li welatên din jî kir ku qebûl nekin hêzên din ên di nava komployê de bûn. Rêveberên qadê yên plana komployê jî rêxistinên îstîxbaratê yên CIA, MOSSAD, EYP (Îstîxbarata Netewî ya Yewnanan) û MÎT’a Tirkiyê bûn.
 
ŞIBANDINA HZ. ÎSA
 
Ocalan rûyê rast yê dewletên rojava di vê pêvajoyê de dît û ji têkiliyên dostaniyê îxanet lê hat kirin, tiştên ku anîn serî wî dişibîne çarmixkirina Hz. Îsa.
 
DI PMR’Ê DE MIJARA HERÎ GIRÎNG KURD IN 
 
Ocalan piştî komploya li dijî xwe di pirtûka xwe ya “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” ku sala 2012’an hat weşandin de bi awayekî berfireh cih da tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin. Di pirtûkê de têkildarî planên Amerîka yên Rojhilata Navîn ev tespîtên Ocalan cih girtin: “Amerîka, piştî 1990’an ku weke hêza tekane ya dubendiyê tûj bû, li Rojhilata Navîn ket tecrûbeya xwe ya herî mezin. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (PMR)  her roj tê pirsyarkirin. Cihê kurdan ê di projeye de mijara herî girîng e. Dibe ku têkiliyên kurdan ên bi Amerîka û Îsraîlê re her ku biçe bikevin rewşeke stratejîk. Divê bandora vê ya li ser herêmê baş bê hesabkirin. Hêjayî nirxandinê ye ku dê ev ji bo kurdan bibe serdemeke îxanetê yan serdemeke ku li herêmê derkevin pêş. Têkiliyên kurdan ên navxweyî û gelên cîranên wan û dewletan re wê cara yekemin bi awayekî kûr dewletên herêmê eleqedar dikin. Ketiye demeke ku dê li ser têkiliyên di navbera kurd-ereb, kurd-fars û kurd-tirkan de serî bê êşandin.”
 
Di 22’ê îlona 1999’an de dema ku Ocalan kirin Girava Îmraliyê, Ocalan weke “Gaveke nîyeta baş û piştgiriya komara demokratîk” bang kir ku komeke PKK’î ji Qendîlê bên Tirkiyeyê. Li ser vê bangê di 1’ê Cotmeha 1999’an de komeke gerîllayên PKK’ê ya ji 8 kesan pêk dihat hat Tirkiyeyê û tev hatin girtin. Yek ji van kesan jî Seydî Firat bû. 
 
STATUKOYA BERÊ PASÎF BÛ
 
Firat ku me pirsa “Beriya komployê li Rojhilata Navîn tabloyeke çawa hebû?” jê kir, da zanîn ku pêvajoya sistbûn û hilweşandina pergala Sovyetê ya di navbera 1980-1990’an de bûye sedem ku statukoya berê hem di qada kurewî hem jî Rojhilata Navîn de pasif bibe. Firat, bi lêv kir ku bi vê pêvajoyê re serdemeke nû dest pê kiriye û wiha got: “Têketina artêşa Sadam a Kuveytê ya sala 1990’an û piştre êrişa ku bi pêşengiya Amerîkayê di bin navê Yekemîn Şerê Kendavê de di çileya 1990’an de li hemberî Sadam hat destpêkirin, bandoreke mezin li herêmê kir.”
 
TEVGERA KURD BI HÊZ BÛ
 
Firat, diyar kir ku piştî vê pêvajoyê hem di qada navneteweyî de hem jî li Rojhilata Navîn gelek tevgerên şoreşger û demokratîk ketine pêvajoya têkçûn û belavbûnê. lê Tevgera Kurd berovajiyê vê yekê bi pêş ve çûye, mezin bûye û li herêmê bûye tevgera azadiyê ya bingehîn. Firat, destnîşan kir ku li ser vê yekê hatiye xwestin pêşî li Tevgera Azadiyê bê girtin û konsepta komployê pêk hatiye. 
 
OCALAN ASOYEKE NÛ PÊŞKÊŞ KIR
 
Di berdewamê de Firat, diyar kir ku hêzên kurewî û herêmî di dawiya Yekemîn Şerê Cîhanê de Rojhilata Navîn dîzayn kirine, Kurdistanê kirine çar parçe û konsepta înkar, pişaftin û îmhakirinê li ser kurdan meşandine û Ocalan jî di destpêka salên 1970’yî de li dijî vê konseptê derketiye û di serî de kurd asoyeke nû ya demokratîk û azadîxwaz pêşkêşî gelên herêm kiriye. 
 
TIFAQA KÛREWÎ Û HERÊMΠ
 
Firat di vê mijarê de ev nirxandin kir: “Ocalan li dijî tifaqên qirêj, sepan û stratejiyên ên li ser gelê kurd helwestek da nîşandan. Bandora vê helwestê mezin bû. Gelê kurd motîve dike û ji gelê kurd re bûye îlhama moralê. Hêzên herêmî û kûrewî tehamûlî vê nakin. Ji bo kirinên xwe yên qirêj asteng dîtin. Bi zîhniyetek tolhildanê serî li komployê dan. Van hêzên herêmî û kûrewî li dijî birêz Ocalan êrişek ku di dinyayê de nehatiye dîtin kirin û dikin. Hemû kirinên wan li dijî ehlaq û hiqûqê hat kirin. Van êrişên xwe bêehlaqa û bêwîjdan di pergala Îmraliyê de jî didin nîşandan. Îmrali bûye navenda îşkenceyê. Êdî viya wisa qebûl dikin. CPT’iyê bi awayek eşkere viya di raporên xwe de tîne ziman.” 
 
Di vê serdemê de mijara herî zêde nîqaş li serê hat kirin jî rolên hêzên din ên kurd bûn. 
 
PDK ANGAJEYÎ TIRKIEYÊ BÛ 
 
Seydî Firat destnîşan kir ku di êrişên li dijî tevgera azadiya kurd de PDK’ê rolek leyîstiye û PDK û hin hêzên din ên herêmî li dijî PKK’ê angajeyi polîtîkaya êrişên Tirkiyeyê bûye û ev rewş heta roja îro didome û hin bêtir kûr bûye. 
 
Firat bi bîr xist ku PDK’ê di sala 1997’an de bi Tirkiyê re li dijî PKK’ê şerek giran birêve bir û got: “Li Başûrê Kurdistanê ji bo tasfiyekirina Rêberê Gelê KUrd û PKK’ê konseptek hatibû avakirin. Leyîstina rola û pozîsyona hin hêzên kurd hêj didome. PDK û partiyên ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda girankirî ya 22 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd tê birêvebirin heta niha di çarçoveya parastina mafê însanan de, mafên girtiyan helwestek û daxuyaniyek biçûk çênebûye. Heke bûbe jî rayedarên wan xwedî ne erk daxuyanî dane. Her wiha hin kom, komele, kesên ji xwe re dibêjin ‘ronakbîr’ li dijî rêberê gelê kurd antî propaganda birêve birin. Vê yekê piştgirî da xebatên îdrak çêkirinê. Ev rewş didome. Ev nêzîkatî konsepta komploya navnetewî xwedî dike.” 
 
DENGÊ RONAHIYA SERDEMÊ YE 
 
Seydî Firat destnîşan kir ku lingê komploya nanetewî ya li dijî Ocalan îro di astek berbat de bi tecrîdek giran ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin û got: “Lê dijî van pilanan hemû jî sekna rêberê gelê kurd, paradîgamaya wî di asta gerdûnî de rê li ber tesîrek mezin vekiriye û ev yek div ê serdemê de wek dengê ronahiyê dia soya mirovatiyê de cih girtiye. Wê ev ruh li ser bingeha azadiyê pêl bi pêl bilind bibe. Wê bi azadiya rêberê gelê kurd bi encam bibe.Têkoşîn berdewam dike.” 
 
SIBÊ: Li dijî kompoloyê bersiva “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” 
 
MA / Omer Çelîk 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?

EYN ÎSA – Êrişên li ser Eyn Îsayê ku Tirkiye bi Peymana Soçiyê soz dabû …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir