img

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê: Çinar: Ji bo yekîtiya neteweyî mutabakat lazim e

AMED – Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Sedat Çinar, têkildarî xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd diyar kir ku pêdivî bi mutabakata li ser hîmên şênber hatiye avakirin lazim e û ger ku gav bi vî rengî bên avêtin dê bifikirin. 

Niqaşên li ser yekîtiya neteweya Kurd didomin. Li ser niqaşên der barê Yekîtiya Neteweya Kurd de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Sedat Çinar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. HAK-PAR, di sibata 2002’an de ji aliyê neviyên Şêx Saîd û di serokatiya Melîk Firat  de hat avakirin. Piştî Firat, Sertaç Bucak, Bayram Bozyel, Kemal Burkay, Fehmi Demir, Refik Karakoç bûn serokê Giştî yê HAK-PAR’ê. Niha jî Latif Epozdemir serokê partiyê ye. HAK-PAR diparêze ku li Tirkiyeyê pergalek federal bê avakirin. Di rêziknameya xwe de diparêze ku walî û qeymeqam jî bi rêya hilbijartinê bên ser kar û bên hilbijartin. Ji ber vê xalê der barê HAK-PAR’ê de doza girtinê hat vekirin. HAK-PAR, di nava “Xebatên Îtîfaqa Kurdistanê” a ku HDP, BDP, DTK, DDKD, KDP-Bakur, KDP-T, Partiya Mirov û Azadî, Hareketa Azadî, Partiya Azadî, KKP têde hene, cih nagire. 
 
HAK-PAR ku di nava xebatên îtîfaqê de cih nagire, bi hinceta ku HDP’ê ya xwe wekî partiya Tirkiyeyê nîşan dide, cih nagire. Têkildarî xebatên îtîfaqê Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Sedat Çinar, xebatên îtîfaqa neteweya Kurd wekî “zor û zahmet” pênase kir û got: “Ger ku di sedsala 21’an de hêj hûn nebûbin xwedî statu û hêj hûn nebûbin xwedî dewletek serbixwe ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku we rêxistinek sivîl ava nekiriye. Nîşan dide ku we di aliyê siyasî aborî, civakî û dîrokî de rêxistinbûnek ava nekiriye. Yek ji sedema meseleya Neteweya Kurd ku heta îro hatiye nebûna saziyên aborî, civakî ye. Tiştka li pêş me, Kurdistana Demokratîk û Azad e. Armanca me ya hevpar ev e. Ev armanca stratejîk e. Lê niha di aliyê konjonkturel de hin tiştên me ji hev qut dikin heye. Em daxwazên xwe yên demî nakin yek. Dema em dikin yek jî vê carê em nikarin hêza xwe bikin yek. Tişta me dixe nava zahmetiyê lawaziya saziyên çandî, siyasî û civakî yên Kurdan in.” 
 
YEKÎTÎ JI BO KURDISTANA ROJAVA Û FEDERE LEZGÎN E 
 
Çinar, da zanîn ku di şertê heyî de li çar perçeyên Kurdistanê yekîtiya neteweyî ne pêkan e û wiha axivî: “Li Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê gef zêde ne. Ji ber vê yekê li vir bi lez pêdivî bi yekîtiyê heye. 
Wekî civakî bi lez pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye. Mînaka Rojava li ber çavan e. Li Kurdistana Sûriye Yekîtiya Neteweyî bi lez pêwist e. Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber meseleyên Kerkuk ku Haşdi Şabî û DAÎŞ’ê mudaxale kirin bi lez pêwist e. Divê em bil ez yekîtiya neteweyî ava bikin. 
 
Niha li Rojava ya bi hêz TEV-DEM û PYD ye. Divê berpirsiyariyek mezin bidin ser xwe. Li Başûrê Kurdistanê tişta di sala 2017’an de pêk hat ne hewldana “Yekîtiya neteweyî” bû. YNK û PDK li xwe fikirîn. Dewleta Kurd ji bo xwe nekirin armanc. Ji bo Kurdistana serbixwe amadekariyek cîddî tune ye. 
 
Çinar, anî ziman ku tevî hemû rewşên neyîni dîsa Kurd bêtir xwedî avantaj in. Îro Kurd bêtir zane ne. Li diaspoyê bi hêz in. Kurd êdî ji dîrokê ders derdixin. Niha Kurd bi gelek dewletan re di nava têkiliyê de ne. Sala 1974’an, 17’ê Cotmehê, Efrin, Mahabad yek ji van mînakan in. Êrîşa dawî ya li dijî Sûriyeyê mînaka vê yekê ye. Ez bawer nakim ku Kurd dîsa rastî encamên wekî salên 1920’an bên.”  
 
Çinar, da zanîn ew naxwazin bibin pêveka HDP’ê û wiha axivî. “Ger ku em wekî partiyeke ku karibin têkevin hilbijartinê wê demê me dê îtîfaqa bi HDP’ê re cuda niqaş kiribûya. Em ne li dijî îtîfaqa HDP’ê ne. Em ne li dijî xebatên îtîfaqa neteweyî ya 10 partiyên Kurd in. 
 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan

STENBOL – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber ew li gorî daxwazên …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir