img

Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê

AMED – Malbata Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de, li goristana Taxa Ulkuturk a Bismilê spart axê. 

Malbata Ramazan Ûgûrlayan ên HPG’î ku di 9’ê Hezîranê de bi Ramazan Gurkan ê HPG’î re li navçeya Farqînê ya Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de, li goristana Taxa Ûlûturk a Bismilê di saetên şevê de spart axê. Ji Amedê heta Bismilê polîsan erebeya cenazeyî Ûgûrlayan şopand. Endamên malbatê û gelek welatî beşdar definkirina cenaze bûn.
 
Piştî ku Malbata Ûgûrlayan pêdihese ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye û di 6’ê Tebaxê de ji bo testa DNA’yê diçe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û xwînê dide. Rayedarên leşkerî di 24’ê Tebaxê de malbat agahdar kirin ku encama testa DNA’ya wan diyar bûye. Malbatê li sere vê yekê çû morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê cenazeyê kurê xwe wergirt. 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye

MÊRDÎN – Girtiyê nexweş Haşîm Gezer ê di Girtîgeha Xarpetê de, diyar kir ku dibin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir