img

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Darên zeytûnên Efrînê weke êzing tên firotan

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku komên paramîlîter ên ku bi dizî û talaniya xwe tên nasîn û di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, li Efrînê darên zeytûnan dibirin û weke êzing difiroşin bazarganan.
 
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku endamên koma Ahrar el- Şarkiya (Ahrar al-Sharqiyyah) ku ji Tirkiyeyê piştgirî digire, li navçeya Cindirês a Efrînê rojane berê xwe dane baxçeyên darên zeytûnan û bi dehan darên kesên li herêmê dibirin. Her wiha çavdêrî bi bîr xist ku xwediyên baxçeyan ji ber ‘Tevgera Çiqlê Zeytûnê’ ya Tirkiyeyê ji warên xwe koçber bûne û baxçe di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. 
 
Li gorî agahiyên çavdêriyê, birîna darên zeytûnan rojane tê kirin û endamên koma paramîlîter darên ku dibirin weke êzing difiroşin bazarganan.
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Trûmp nameyeke din ji Erdogan re şand

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, nameyeke din ji Serokkomar Erdogan re şand û …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir