img

Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, bal kişand ser îstîfaya Bulent Arinç û got: “Ev destpêka perçekirina Îtîfaqa Cumhur e. Ez dibînim ku di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye. Dê her kes hêza xwe dîne holê.” 

Siyaset li Enqere her ku diçe germ dibe û rageşî zêde dibe. Ewil zavayê Serokomarê AKP’ê û Serokomar Tayyip Erdogan Berat Albayrak ji Wezareta Maliye û Xazînê îstîfa kir. Pişte têkiliyên devlet-mafya derketin holê. Piştî “Pêvajoya çareseriyê” xelas kirin û li Îmraliyê dîsa tecrîd giran kirin, pêvajo hat guhertin. Edogan di van 5 salan de daxuyaniyên li dijî çareseriyê dan. Lê piştî 5 salan niha dîsa got “Em xwe di Yekîtiya Ewropa (YE) de dibînin. Dîsa qala feromma darazê û hiqûqê kir. Ev bû sedem ku di nava îtîfaqa Cumhur de niqaş kûr bibin. 
 
Serokê Rêxistina Sûcê Organize Alaattin Çakici ku di dema şerê qirêj de rol lîst, gef li Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu xwarin. Serokê Giştî yê MHP’ê li gefê Çakici xwedî derket. Sazumankarên AKP’e jî mijar hewaleyî “Hiqûqê” kirin. Piştre Endamê Lijneya îstîşareya Bilind a Serokomariyê Bulent Arinç ji peyvira xwe îstîfa kir. Ji ber Arinç got “Dibe ku Demîrtaş û Kavala îstîfa bike” bû sedema bertekên Bahçelî û Erdogan. Têkildarî van mijaran Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, geşedanên dawî yên siyasî ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. Buldan, diyar kir ku dema li geşedanên nava Îtîfaqa Cumhur dinere dibîne ku perçekirinek heye û wiha got: “Ev geşedanên derdikevin pêş nîşan dide ku Devlet Bahçelî Tirkiye bi rêve dibe.” 
 
‘REFORMA ESASÎ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E’ 
 
Buldan ewil bal kişand ser gotina Serokomar Erdogan a “Reforma  Darazê” û wiha got: “Di ferazet û nêzîkatiya îtîfaqa AKP-MHP’ê de teqez reform nayê dîtin. Daxuyanî bi temamî ji bo bingeha wan e. AKP ji bo kesên ji wan qetiya ne dîsa bi xwe ve girê bidin û di hilbijartinek pêkan de bingeha xwe konsolide bike van gotinan dibêjin. Piştî daxuyaniya reforma aborî û darazê doza Kemal Kurkut hat dîtin û polîsê ku Kurkut kuşt beraat kir. Li Amedê li dijî parêzeran operasyon hat li dar xistin. Bi vî  şeklî reforma darazê ne pêkan e. Divê gelê Kurd vê yekê rast bixwîne. Em wekî HDP’ê ji AKP’ê tu reformê hevî nakin. Ji bo di darazê de reform pêk bê divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber pirsgirêk çareser nabe gelek pirsgirêk derdikevin holê. Reforma esasî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Îro li girtîgehan bi hezaran siyasetmedarên Kurd hene. Bi hezaran Endam, rêveber û wekil û hevşaredarên HDP’î girtî ne. Ev neheq girtî ne. Ger ku dê reformê pêk bînin divê berî her tiştî vana serbest berdin. Li vî welatî kesên kujer, tacîz û tecawizkar serbest tên berdan. Ev nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî Kurdan û HDP’ê nîşan dide. Piştî gotina reformê, daxuyaniya Mehmet Îhsan Arslan û Bulent Arinç nîşan dide ku di nava îtîfaqa Cumhur de perçebûn heye. AKP perçe dibe. Dest bi perçebkûnê kir. Divê em bêtir têkoşînê mezin bikin. Divê tu kes ji AKP’ê tiştekî hevî neke.” 
 
‘KESÊN JI AKP’Ê QUT BÛN NIKARIN BÊYÎ ERDOGAN DAXUYANÎ BIDIN’ 
 
Buldan bal kişand ser îstîfaya Bulent Arinç a ji peyvirê jî û wiha axivî: “Kesên ji AKP’ê qut bûne an jî di nava AKP’ê de, beyî Recep Tayyip Erdogan nikarin daxuyaniyan bidin. Nikarin beyî Erdogan beşdarî qanalên tv jî bibin. Ji ber ku medya û ev mirov girêdayî Qesrê û Erdoga in. Me di îstîfaya Bulent Arinç de ev yek pir zelal dît. Daxuyaniyên hatin dayîn nîşan da ku bi temamî girêdayî Qesrê ye. Piştî daxuyaniya Serokê MHP’ê, AKP’ê gav paşve avêt. Niha AKP mahkûmê MHP’ê ye. AKP piştî MHP’ê winda bike cihekî xwe lê bigire tune ye. Piştî daxuyaniya Arinç, Devlet Bahçelî Siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş wekî ‘terorist’ pênase kir. Piştî wê Arinç îstifa kir. Em dibînin ku şirîkatiya AKP-MHP’ê di nava xwe de şerekî dikin. Lê herdu jî mahkûmê hev in. Di bin kontrola Devlet Bahçelî û MHP’ê de li hemû mekanizmayên dewletê feraset hatiye pêşxistin. Ev feraset dixwaze Tirkiye têxe kontrola xwe û bi rêve bibe. Ev yek di siyasetê de jî xuya dibe.”  
 
‘MHP TIRKIYEYÊ BI RÊVE DIBE’ 
 
Buldan, bal kişand ser bandora MHP’ê ya li ser AKP’ê û wiha got “Îro MHP Tirkiyeyê bi rêve dibe. Devlet Bahçelî welat birêve dibe. Em di rojên dawî de bûn şahidê vê yekê. Ev wêne nîşan dide ku dixwazin dewletê bi dest bixin. Îro di nava îqtîdarê de şerê kî çawa qadekê bi dest bixe heye. Divê îro mirov vê yekê baş teşîr bike û gel rast agahdar bike. Îro ji vê yekê kesên welat bi rêve dibin zerar nabînin. Dê gelê me, welatê me û Tirkiye zerar bibîne.” 
 
Buldan, bal kişand ser têkiliya Bahçelî û Alaatîn Çakivi û wiha berdewam kir: “Divê mirov salên 1990’î baş lêkolîn bike. Di van salan de Tirkiyeyê rojên tarî derbas kirin. Di van salan de cînayetên kujer nediyar zêde bûn. Mirov bê darizandin hatin kuştin. Gund hatin valakirin û şewitandin. Lê kesên mirov kuştin û winda kirin û sucdar bûn, bi şiklekî ji aliyê dewletê ve hatin xelatkirin. Rutbeya wan mezin kirin. Ew wekî leheng nîşan dan. Devlet Bahçelî di civîna koma xwe de gotinek xeter got. Çakici û Demirtaş da ber hev. Bahçelî hem serdemek îtîraf kir. Hem jî di şexsê Demirtaş de gef li milyonan xwar. Em tev dizanin Selahattin Demirtaş li vî welatî 2 caran bû namzetê Serokomariyê. Di dilê milyonan de cih girtiye. Duh di civîna komê de wekî terorist binav kir. Ev nayê qebûlkirin. Selahattin Demirtaş ji yek dozê jê ne mahkum e. Hevkariya AKP-MHP’ê ew li zindanê dîl girtiye.” 
 
PIŞTÎ ERDOGAN GOT ‘KOBANÊ KET HA KET’ HER DER BÛ QADA ŞER
 
Buldan, anî ziman ku li Tirkiyeyê muxalîfbûn, Kurdbûn û parastina demokrasiyê her tem wekî sûc hat dîtin û got: “Yên demokrasî û mafê Kurdan parastin wekî terorist hatin dîtin. Îro yên herî zêde di ketina Yekîtiya Ewropa de israr dike partiya me ye. Em dibînin ku AKP her tim me bi bûyerên Kobanê sucdar dike. Di buyeran zêdeyî 50 mirov hatin kuştin. Lê tenê li ser kuştina zarokekî siyasetê dikin. Em vê yekê qet qebûl nakin. Li wir tenê Yasin Boru nehat kuştin. zêdeyî 50 mirov hatin kuştin. Yasin Boru tenê yek ji vana bû. Çalakiyên Kobanê  çawa û çima pêş ket û berpirsiyarê wê kî ye? Lê AKP Kobanê ji bo xwe wekî litûfekê dibîne. AKP ji bo ronîkirina bûyerên Kobanê her tim reviya. Pêşniyar û pirsnameyên me red kir. Divê neyê ji bîr kirin Bûyerên Kobanê piştî daxuyaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a Li Dîlokê pêş ket. Du taxuyaniya HDP’ê ya derkevin kolanan hilweşînin bişewitînin tune ye. Piştî Recep Tayyip Erdogan got ‘Kobanê ket ha ket” her der bû qada şer. Em bûn şahid û me ev yek dît.”  
 
‘EM KETIN PEVAJOYA ÇALAKIYÊN BÊ NAVBER’  
 
Buldan, bal kişand ser pêngava rêzeçalakiyên HDP’ê ku di 1’ê Hezîranê de dabû destpêkirin û wiha lê zêde kir: Em ketin pêvajoya çalakiyên bê navber. Em pirsên ‘Me li ku kêmasî kir, me li ku şaşî kir? jî ji xwe dipirsin. Em neçarin rêyekê ji vê xetibandinê re bibînin. Me di 1’ê Hezîranê de deklarasyona xwe aşkere kir. Me meş li dar xistdin. Em bi gel re hatin cem hev. Vê yekê hêz û coşek mezin da gel û partiya me. Em ketin pêvajoya çalakiyên bê navber. Di vê pêvajoyê de me li hemû bajar û navçeyan civîn pêk anîn. Ji niha û şûnde em ê bêtir li ser rê û rêbazên mezunbûn, îtîfaqan rawestin. 
 
‘NEYÊN LÎSTIKÊN DEWLETAN’
 
Buldan, bal kişand ser helwesta PDK’ê û jî û wiha bilev kir: “Di serî de PDK û hemû partiyên siyasî yên Kurdan divê neyê lîstikên tu dewletan. Divê li gorî berjewendiyên wan gavan neavêjin. Niha herî zêde pêdiviya gelê Kurdistanê bi yekîtî û tifaqê heye. Em di pêvajoya ku yekîtî û bi herebûna gelê Kurd tê astengkirin re derbas dibin. Yekîtî bû sedem ku HDP di nava siyaseta Tirkiyeyê de cih bigire. Îro yekîtî û bi hevre bûn pir lazim e. Ya herî giring yekîtiya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd ji bo yekîtiyê helwesta xwe zelal bike. Ger ku em nebin yek dibe di her kêliyê de êrîşî Şengalê bikin. Ev dê darbeyek nû li gelê Kurd bixe. Dê pêşeroja Kurdan têxin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê divê hemû partî, siyayesetmedar û partiyên Başûr bibin yek. 
 
‘HER DEM ROJEVA OCALAN YEKÎTIYA GELÊ KURD BÛ’
 
Buldan, herî dawî bal kişand ser daxuyaniyên Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareserî û yekîtiya gelê Kurd û wiha bi dawî kir: “Her cara ku em çûn Îmraliyê û me bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir, di her hevdîtinê de rojeva Birêz Ocalan a sereke yekîtiya gelê Kurd bû. Digot Yekîtî nebe nabe. Dixwest ev yek di rojeva her Kurdî de be. Wê demê ji bo yekîtî û hevkariya gelê Kurd peyvirdarkirin jî hat kirin. Me heyet şandin Başûr. Ji bo Konferansa Neteweyî pêk bê hevdîtin jî hatin kirin. Lê niha em dibînin ev yek pêk nehat. Gelek pêşniyarên Bsrêz Ocalan  ên ji bo yekîtiya gelê Kurd û meseleya demokratikbûnê hene. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê û aştiyê çareser bibe gelek pêşniyar kirin. Me ev yek bi raya giştî re jî parve kir. Her hevdîtina me bi Ocalan re kir, Tirkiye bi ser ket. Her hevdîtinê bi Tirkiyeyê da qezençkirin. Her astengiya li pêş hevdîtina Birêz Ocalan Tirkiye bêtir xist nava alozî û kaosê. îro Birêz Ocalan di tecrîda giran re derbas dibe. Demek dirêj e destûr nadin ku heyet û parêzer biçin hevdîtinê. Mafê Ocalan ê telefon û parêzeran tê asteng kirin. Ev mesele, meseleya mafên mirovan e. Her mirovê girtî divê ji hemû mafê xwe yê zagonî, hiqûqî û miroavî sûd bigire. Lê mixabin îro Birêz Ocalan nikare mafê hevdîtina malbat, parêzer û telefonê bikar bîne. Îro tecrîd meseleya hemû Tirkiyeyê ye. Di şexsê Îmraliye de tecrîd li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Tirkiye bi tecrîda Birêz Ocalan re bi tevahî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Divê Birêz Ocalan ji hemû mafê xwe yê girtî sûdê bigire. Divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji ber ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ji bo hemû Tirkiye lazim û girîng in. Dê Tirkiye bi van hevditinan bi ser bikeve.”
 
Buldan, heri dawî bi minasebeta 25’ê Mijdarê bal kişand ser tundiya li dijî jinê û polîtikayên hikûmetê yên li dijî mafê jinê û wiha bi dawî kir: “Eger wezareta dadê û wezîrê karên hundir li meseleyê binere divê berî her tiştî li kiryarên xwe mevzuatên xwe yên qatil û faîlan diparêze binere. Mînak çima ceza nedan tecawizkarê Îpek Er. Çima çawîşê pispor ê li Şirnexê tecawiz kir li derve ye. Ger ku li vê yekê nenerin û guhertinan bikin jî ev tenê dibe rûpoş. 
Îro Wezîrê Karên Hundir dibêje mêr tiştekî wisa nakin. Dibeje “Eger hûn dikin jî li jinan nekin. li xwe bikin” Di bin vê gotinê de gelek tişt heye. Em dizanin ku ev hikûmet tecawizkarên jinan diparêze. Qatilan diparêze. Em dizanin ku pîvanên Peymana Stenbolê pêk nîne û dixwaze vê yekê fesh bike. Tişta divê hikûmet bike divê Peymana Stenbolê têxe meriyetê. Divê qatil û tecaizkarê jinan ceza bike. Hevalên me yên jin bi minasebeta 25’e Mijdarê daxwaza guhertina qanûnê dan meclîsê. Pêşniyarname dan meclîsê. Lê AKP’ê ev yek red kir. Divê em tiştekî ji hikûmetê nepên. Divê em Kurd û gelê Tirkiyeyê tekoşînek hevpar pêş bixin. Ev ferz e. Devê em hemû jin xwe bi rêxistin bikin û tekoşînek hevpar pêş bixin. Rojên ku jin bi hêza xwe bi ser bikevin nêzîk e. Sedsala 21’an de bibe sedsala jinan.” 
 
MA / Berîvan Altan – Selman Guzelyuz
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû

ENQERE – 19 xalên pêşniyarqanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ser komele û …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir