img

Bersiva wezaretê ya ji bo “anonsa kurdî”: Ne ji zimanê hevpar e

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Ragihandinê, bersiv da pêşniyazpirsa HDP’ê ya ji bo anonsa kurdî û got ku zimanê kurdî ne di nav zimanên hevpar ên hewavaniya sivîl de ye.  
 
Wezîrê Binesazî û Ragihandinê Adîl Karaîsmaîloglû, bersiv da pêşniyazpirsa Berdevka HDP’ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay a ji bo anonsa kurdî ya di ragihandinê de. Di bersivê de hat diyarkirin ku zimanên ji aliyê Organîzasyona Hewavaniya Sivîl a Navneteweyî de tên bikaranîn, îngîlîzî, îspanyolî, rûsî, erebî û çînî ye.
 
Bersiva wezaretê bi tevahî wiha ye: “Ji ber ku zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê bi tirkî ye, pêşaniya anonsan bi zimanê zikmakî yê welatan e û zimanê hewavaniya navneteweyî bi îngilîzî ye, arestekirin û anons jî di vê çarçoveyê de tên kirin. 
 
Li aliyê din, agahiyên firînê, anons û xizmetên şêwirînê, ligorî metnên navneteweyî, bi tirkî û îngilîzî tên kirin û li balafirgehan ji hemû zimanan rêwiyên ku rêwîtiyê dikin dikarin bên dîtin. 
 
Her wiha li stasyonên rêyên hesin lewheyên arestekirinê û anonsên bi deng bi zimanê me yê zikmakî tirkî tên kirin. Lê li stasyonên navendî ku rêwî li wan zêde ne, lewheyên arestekirinê û anonsên bi deng bi zimanê îngilîzî ku weke zimanê hevpar ê navneteweyî tê qebûlkirin jî tên kirin. 
 
Dîsa, di mewzûta rêyên bejahî de derbarê anonsên ku ji aliyê kargerên dumahiyê ve li otogaran bên kirin de tu sererastkirinek tuneye.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye

MÊRDÎN – Girtiyê nexweş Haşîm Gezer ê di Girtîgeha Xarpetê de, diyar kir ku dibin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir