img

Berfîn ku di êrîşa kevazê de birîndar bûbû: Bi saya piştevaniya jina bi ser ketim

HATAY – Berfîn Ozek ku Casim Ozan Çeltîk kezav avêtibû ser çavê wê, bilêv kir ku bi piştevaniya jinan êdî dikare dakeve kuçeyan û hêviya başbûnê lê peyda bûye. 

Li navçeya Îskenderûn a Hatayê, di 15’ê Çileya 2019’an de Casîm Ozan Çeltîk kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Ozek, ji nexweşxaneya taybet a li Bodrûmê vegeriya. Ozek, anî ziman ku di dema êrîşê de tu hêviyeke wê ya ji bo başbûnê nemabû, lê belê bi kampanyaya piştevaniyê ya jinan hatiye tedawîkirin. 
 
‘MIN BAWER NEDIKIR EZ Ê BAŞ BIBIM’ 
 
Ozek, anî ziman ku cara ewil di 17’ê Hezîranê de emeliyat bûye û got: “Di navbera wê pêvajoyê û niha de ferqeke pir mezin heye. Min nikaribû devê xwe bigire, min nikaribû xwarinê bixwe û palikên çavên min tune bûn. Niha bi rihetî dikarim xwarnê bixwim û devê xw evebikim û bigirim. Ne ji piştevaniya jinan bûna wê ev emeliyat pêk nehatana. Ne ji wan bûna min abwer nedikir ez ê baş bibim.” 
 
‘NIHA DIKARIM DAKEVIM KUÇEYÊ’ 
 
Ozek, anî ziman ku êdî dikare derkeve derve û got: “Ewilî zarok heta mirovên mezin jî ji min ditirsiyan. Bi rastî jî ev li zora min diçû. Min nedixwest derkevim derve jî. Piştî emeliyatê hinekî baş bûm û bi vê kêfxweş bûm. Niha tenduristiya min baş e. Wê emeliyat bidomin. Du emeliyat mane. Ez ê dîsa biçim Bodrûmê.” 
 
‘DIXWAZIM ALÎKARIYA JINA BIKIM’ 
 
Her wiha Ozek xwest cezayekî giran li bersûc bê birîn û got: “Cezayê muebetê jî ji bo wî hindik e. Çimkî êşa ku min û malbata min kişand… Hema bêje di vî 7-8 mehî de gelek caran mirim û sax bûm. Loma dixwazim cezayê heta hetayê lê bê birîn. Naxwazim kes êşa ku min kişandiye bikişîne.” 
 
Ozek, destnîşan kir ku divê jin li hemberî şideta lê tê kirin xwe biparêze û got: “Dixwazim bixwînim û alîkariya jinan bikim.” 
 
MA / Hamdullah Kesen

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê hewl dide bibe komele

STENBOL – Endamên Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê, bi derameta ku ji konserveyên çê dikin dixwazin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir