img

Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike

RIHA – Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê, dê 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan ku 7 roj bidome bi çalakiyan pîroz bike.
 
Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê, bernameya xwe ya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan ku 7 roj bidome aşkera kir. Dê bername di 6’ê Kanûnê dest pê bike û heta 14’ê Kanûnê bidome. Hemû bername dê li Navenda Çandê ya Tahîr Elçî ya li avahiya baroyê bên lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyan de dê xelatên pêşbirka helbest, wêne û gotar ku cara yekemîn ji aliyê Baroya Rihayê ve ji bo bîranîna Tahîr Elçî hat lidarxistin bên dayîn. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Dûvarê Alî Dûran Topûz jî dê weke panelîst tevlî bernameyan bibin. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir