img

Baroya Amedê dê bimeşin Mînareya Çar Ling a Sûrê

AMED – Baroya Amedê di bîranîna Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî de diyar kirin ku dê di çaremîn salvegera kuştina Tahîr Elçî de bi cubbeyan bimeşin Mînareya Çarling a Sûrê. 

 
Baroya Amedê, ji bo bîranîna Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî di hefteya 201’an de li pêş Edliyeya Amedê “Kursiya Mafên Mirovan a ji bo Tahîr Elçî” ava kirin. Baroyê di bîranînê de pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û wêneyê Elçî rakirin. Di kursiyê de Endamê Rêveberiya Baroyê Tevfik Karahan, diyar kir ku ji bo kujerên Tahir Elç bên dîtin u darizandin her hefte kom dibin û heta bê dîtin dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Karahan, anî ziman ku ji bo bîranîna Tahîr Elçî wekî Vakfa Tahîr Elçî dê di 4’emîn salvegera Tahîr Elçî de di 28’ê Mijdarê saet di 10.00’an de bi cubbeyan bimeşin pêş Mînareya Çar Ling û bang li hemû parêzer û parazvanên mafên mirovan kir ku tev li meşê bibin. Karahan, da zanîn ku dê di 29’ê mijdarê de jî Nobeta Edaletê bigirin û ji her kesî xwest tev li nobetê bibin.” 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peyvirê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir