img

Balafirên TSK’ê gundên Rojava bombe kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – TSK’ê piştî operasyan eskerî ya bejayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin, balafirên şer ên TSK’ê, gundên axa Rojava bombe kirin. Ji bejayî jî topên obusê davêjin herêma Rojava. 
 
Balafirên şer ên Hêzên Çekdra a Tirk (TSK) li gundên Eyn Îsa, Girê Spî û gundê Sêgirka yê Qamişloyê topbaran kirin. Piştî Serokomarê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku opersyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, balafirên şer ên TSK’ê herêm bombe kir. Balafirên di serî de gundê Mişrefa yê girêdayî Serêkaniyê bi ser Kantona Cizîrê ve ye bombebaran kir. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmên hatin girtin hat aşkerakirin ku Eyn Îsa jî bombebaran dike û herwiha li Girê Spî jî dest bi topebaranê kiriye. Li gorî agahiyên herî dawî yên ji herêmê hat diyarkirin ku gundê Sêgirka yê Rojhilatê Qamişlo û Girê sipî jî ji aliyê artêşa tirk ve tê topbarankirin. Balafirên TSK’ê yên F-16 ji hewa de herêm bombe kir. TSK’ê ji qada bejayî jî bi topên obusan herêmê bombe dike. 
Hat diyar kirin ku TSK gundê Sefahê, bombe dike. Li aliyê din li kolanên Navçeya Kaniya Xezayan (Akçakale) sirûdên mehter tên lêdan. 
 
Li gundê Sê Girka yê Qamişlo jî eskerên TSK’ê bi obusan bombe dike. 
 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin

HESEKÊ – Meclisa Serêkaniyê, têkildarî “herema ewle” daxuyanî da û diyar kir ku heke herêma …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir