img

Balafirên TSK’ê bombe kir: Gundiyek mir 2 gundî birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî TSK’ê li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên F-16 ji Amedê rabûn û gundên Rojava bombe kirin. Di bombebaranê de li Gundê Mişrefê gundiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 gundî jî birîndar bûn.

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan îro saet di 16.00’an de îlan kir ku TSK operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Piştî TSK’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên TSK’ê ji Amedê rabûn û gelek gundên  Bakurê Sûriyeyê bombe kir. Dîsa TSK bi tang topên opusê herêmê bombe dike. Balafirên şer ên F-16 gundên Serêkaniyê, Gire Spî û Qamişlo bombe kir. Di bombebarana balafiran de li Gundê Mişrefê gundiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 gundî jî birîndar bûn. 
 
QSD’Ê BERÎV DA
 
Piştî TSK’ê li dijî Rojava dest bi operasyonê kir, QSD’ê jî li Serêkaniya Rojava bersîv da TSK’ê û 2 guleyên hawanê avêt serxetê. Li Navçeya Serêkaniyê 2 guleyên hawanê, li Navçeya Nisêbînê jî 6 guleyên roketê ketin xwar. 
 
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî diyar kiribû ku ger operasyon pêk bê wê şer li ser 600 kilometreyê sînor belav bibe. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin

HESEKÊ – Meclisa Serêkaniyê, têkildarî “herema ewle” daxuyanî da û diyar kir ku heke herêma …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir