img

Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagûs, daxwaza Bexdayê ya ji bo vekişandina ji baregehên Iraqê red kir. 
 
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, ji bo ku bi wan re vekişandina leşkerên Amerîkayê yên li baregehên Iraqê binirxîne, ji Amerîkayê daxwaz kiribû ku şandeyek bişîne Iraqê. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagûs, têkildarî vê daxwaza Iraqê axivî û daxwazê red kir. Otagûs, destnîşan kir ku dê leşkerên xwe yên li Iraqê venekişînin û angaşt kir ku Amerîka ji bo başitiyê li Rojhilata Navîn e. Ortagûs, da zanîn ku heyeta Amerîkayê ne ji bo vekişandina leşkeran ji bo xurtkirina têkiliyên du alî dê biçe Bexdayê. 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

New York Times: Li Balafira Ukrayna xistin û daxistin xwar

NAVENDA NÛÇEYAN – Roja ku Îranê li Irakê baragehên eskerî yên DYA bombe kir, balafira …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir