img

Alozî û şerê li Idlibê

NAVENDA NÛÇEYAN – Di 2015’an de piştî balafira şer a Rûsya li ser sînorê Idlibê û Hatayê ket xwar, şer û kaosê dest pê kir. 4 salin Idlîb bûye warê komên çekdar û şer didome. Heta niha Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriye gelek caran ji bo Idlibê kom bûn, lê hêj şer didome û mirov koç dikin. 

Îdlib ku li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ye, di navbera Halep, Hama, Lazkiyeyê de cih digire. Bajarê Îdlîbê piştî komên çete yên çekdar lê bi cih bûn, bûye Girêka Kor a Sûriyeyê. Di Adara 2015’an de bi hevkariya Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Katarê de komên çekdar bi navê Ceyş El Fetîh, di bin ala El Nusra ya milê El Kaide yê Sûriyeyê de li hev kom bûn û bajarê Idlibê dagir kirin. Idbil ku ji 14 bajarên Sûriyeyê bajarek e, piştî ket destê komên çekdar ên El Nusra û OSO’yê, Komên çekdar ev bajar kirin rêgehek mezin a lojistikê. Di Mijdara 2015’an de Tirkiyeyê balafirek şer a Rûsyayê li sînorê Hatay û Idlibê xist xwarê. Bi xistina vê balafirê, ji wê rojê de îşaretên agahiyên îro dan. 
Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan wê demê got “Çi karê Rûsyayê li wir heye?” û bertekên xwe yên li dijî Rûsyayê anîn ziman. Lê demek kin ji Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re nameya lêborînê şand. Piştre jî dest bi civînên li Astanayê kirin. Putîn, di pêvajoyên piştî Astana û Soçî de, aloziya navbera Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Katarê yên ku îtîfaqên herî mezin ên komên çekdar ên li Sûriyeyê, zêde kir. Îdlib, bajarê ku piştî dawiya sala 2016’an hevdîtinên li Astena û Socî di navbera Rusya, Îran û Tirkiyeyê de pêş ketin, bû cihê ku komên çete lê li hev kom bûne. Li bajarên Sûriyeyê Halep, Dera, Guta, Hama, Humusê, komên li dijî rejîmê ku ewil hatin tasfiye kirin û piştre hatin tahliyekirin; hatin li Idlibê kom bûn. 
 
Piştî pêvajoya Astanayê, gelek komên çekdar ên ji Halep, Deraya, Humus, Hama, Dera, Kuneytra û gelek herêmên Sûriyeyê hatin, ji aliyê Rûsyayê ve û bi destê Tirkiyeyê yek bi yek hatin tasfiyekirin. Ev komên hatin tasfiyekirin, piştre li otobusên şîn bar kirin û anîn li bajarê Idlibê yê Sînorê Tirkiyeyê ye bi cih kirin. Tirkiye, piştî bi cih kirina çeteyan a li Idlibê, li hemberî Halepê Bab, li hemberî Guta ya Rojhilat jî dagirkirina Efrînê ji Rûsyayê xwest û bi Rûsya da qebûlkirin. Di hevdîtinên Astana yên Tîrmeha 2017’an de, Rusya, Îran û Tirkiye, biryar dan û li 4 herêmên Sûriyeyê qadên bê şer îlan kirin. 
 
Ev herêm; 1- Dera-Kuneytra, 2- Rojhilatê Guta, 3- Humus, 4- Îdlîb bûn. Komên li Guta ya Rojhilat, li hemberî dagirkirina Efrînê û komên li Dera û Kuneytra ên li Başûrên Sûriyeyê ne jî li ser peymana DYA, Rusya û Urdunê û bi garantiya Îran dê xwe ji sînor vekişîne hatin tasyifekirin. 
 
 
Li pey wê, Îdbîl a ku Tirkiyeyê di çarçoveya herêma bê şer de 12 kuleyên ewlehiyê ava kirin ma. Nokteyên çavdêriyê yên ku Tirkiye li Idlibê avakirine wiha ne: Salwa, Çiyayê Simon, Çiyayê Aqil, Çiyayê Anak, Raşidin, El Eys, Til Tuqan, Surman, Morek, Meydan Xezal, Çiyayê Îştabraq û Çiyayê Tirkmen. Di encama hevdîtina 12’ê Cotmeha 2017’an a Rêzecivînên Astana yên ku di navbera Rusya, Îran û Tirkiyeye de pêk hatin de, Hikûmeta Tirkiyeyê soz da Rûsya  ku komên çekdar ên li Idlibê bi navê komên “radikal” û komên “Nerm” bike du perçe û yên radîkal derxe dervê sînor. 
 
LI IDLIBÊ KÎ Û KÎJAN KOM HENE? 
 
Li Îdlbê di nava komên çekdar ên sereke de El Nusra heye. El Nusra milê El Kaide yê li Sûriyeyê ye. El Nusna ji bo ji lîsteya “Rêxistina Terorê” ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derkeve bê navber navê xwe diguherîne. An jî îttifaqên cuda ava dike. Lê heta niha bi ser neketiye. Di sala 2015’an de El Nusra, bi hin komên çekdar re li hev kom bûn û Eniya Fethî ya Şamê ava kirin.  Piştre bi komên cuda re hat cem hev û navê xwe kir Heyet Tehrir El Şam (HTŞ).
Niha di bin baneyê HTŞ’ê de;  komên Ceyşul Sunne, Cundul Aksa, Liwa El Heq, Ceyşul Ehrar û Ensar El Din  bi dehan komên biçûk ên cuda hene. Ev blok di nava xwe de ji du milan tê avakirin. Milê ewil, di her şert û mercî de El Kaide û rêberê wê Eymen Zewahirî diparêze. Ji komên radikal pêk tên. Milê duyemîn jî di xeta Serokê El Nusra Muhammed Colanî de ne. 
 
Di bloka duyemîn de jî komên piştre ji Heyet Tehrir El Şam qut bûn û bi alîkariya Tirkiyeyê bi Ehrar El Şamê re ketin îtîfaqê hene. Piştî gelek komên mezin û biçûk tev li vê komê bûn, di Sibata 2018’an de bi navê Eniya Nijadî ya Sûriyeyê Bloka duyemîn ava kirin. Gelek komên di vê blokê de di nava Mertalên Firatê de cihê xwe girtin. 
 
Li aliyê din komên ku di nava herdu bilokan de cih nagirin û bi piranî ji Îhvanciyan (Birayên Misilman) pêk tên; cuda disekinin. Komên wekî Feyleq El Şam, Ceyşul Îdlib, Ceyşul Nuxbe, Ceyş El Nasır, di Gulana 2018’an de bi navê Eniya Rizgariya Neteweyî komek ava kir. Gelek ji van koman hem tev li “Mertalên Firatê” bûne û hem jî tev li tev li dagirkirina Efrînê bûne. 
 
KOMÊN DIN ÊN LI IDLIBÊ: 
 
*Partiya Îslam a Turkistan a ku  Uyguran ava kiriye. * Komên bi manşeta tabîlan ên ji Komarên Turkî hatine. * Komên ku ji Çeçenistan û Dagistan yên Kafkasya hatine, ji komên Ecnad Kafkas, Ensar Tevhid û Ketibeyî Îmam Buharî pêk tên. 
 
Piştî rejîma Sûriyeyê di nava salê de li dijî Îdlîbê sînyala operasyonê da, di 1’ê Tebaxa 2019’an de komên “Eniya Neteweyî ya Sûriyeyê” û “Eniya Rizgariya Neteweyî” di bin navê “Eniya Rizgariya Neteweyî” de bûn yek. 
Rejîma Sûriyeyê di 5’ê Tebaxê de bi hevkariya Rûsya ya Hewayî ket nava tevgerê, piştî şerê ku du hefteyan berdewam kir,Navçeya Han Şeyhun a Idlibê bi dest xistin. 
Pişti vê yekê nokteyên çavdêriya Tirk a li Morekê xistin çembera rejîmê. 
 
TIRKIYE SOZÊN LI ASTANA DAN PÊK NEANΠ
 
Tirkiye jî, li gorî taahuta li Astanayê dabû, rol da ser xwe ku komên ku eslê wan El Kaide ne, wan “Nerm” bike kostumekî nû li wan bike. Tirkiye her çend dem bi dem gavên xapînok avêtin jî, hat dîtin ku tu encam negirt û bi ser neket. Putîn û Erdogan di 17’ê Îlona 2018’an de li Soçî mutabakata ji 10 xalan pêk tê îmze kirin. Li gorî vê mutabakatê biryar dan ku “Li dora Idlibê xeta bê şer a ji 15-20 kilometreyan pêk tê bê avakirin. Rêyên bazirganiyê yên M4 û M5 bên vekirin û Komên çekdar ji hev bên cudakirin. Ev di heman demê de peymana agirbestê bû. Di rojên dawî yên Kanûna 2018’an de El Nusra ket nava tevgerê û ji sedî 90’ê Idlibê bi dest xist. Komên çete yên din û Nûreddîn Zenkî tasfiye kirin. Piştî serê sala 2019’an Rejîma Sûriye li Başûrê Idlibê û Bakurê Hama hin herêm bi dest xist. Di gulanê de dest bi operasyonek fireh kir. Gelek herêmên din bi dest xist. Rejîma Sûriyeyê di Tebaxê de navçeya Han Şeyhunê bi dest xist. Rejîma Suriye û Rusya pişî Cotmehê dîsa dest bi operasyonan kirin. Erdogan û Putin piştî Tirkiye Serêkaniyê û Girê Spî  dagir kirin, di 22’ê Cotmehê de hevdîtin kirin. Li aliyê din Beşar Esad cû Idlibê û eskerên xwe yên di operasyonê de ziyaret kir. Bi vê yekê ji nûve starta operasyonê da. 
 
OPERASYONÊN PERÇE PERÇE PÊŞ DIXIN
 
Artêşa Sûriye di 24’ê Cotmehê de bi hevkariya Rusya ya hewayî û bejayî re ket nava tevgerê. Vê carê Navçeya Maaret Numan bi dest xist. Ji bo rêya navbera Halep-Lazkiye-Şam (M5) têkeve destê Rejîma Sûriyeyê, destxistina bajarên Maaret Numan, Serakib û Cisr El Şuxur xwedî stratejiyek muhîm in. Rejîma Suriye û Rusya heta niha ji operasyona tevahî ya li dijî Idlibê xwe dûr xistin. Li şûna tevahiya Idlibê kontrol bikin, rebaza perçe perçe bi dest bixin tercîh kirin. Operasyonek berfireh dê bêtir rê li pêş penaberan veke û Tirkiye dê deriyê xwe li wan veke û vê yekê li hemberî welatên ewropa bike gef. Ev dibe ku rê li mudaxaleya NATO û êrîşên hewayî veke.
Li Idlibê ku Almanya, Îngiltere, Fransa û DYA ji nêzîk ve wê dişopînin, li gorî îdîayên Tirkiyeyê û komên çete 3 milyon kes li vir dijîn. Lê saziyên serbixwe diyar dikin ku 1 milyon û 2 hezar kes li vir dijîn.
Piştî Suriye û Rusya di rojên dawî de dest bi operasyonê kirin, bi deh hezaran kesan berê xwe dan sînorê Tirkiyeyê. Nokteya Çavdêriyê ya Surmanê ket dorpêça rejîmê. Li aliyê din li dijî Operasyonên rejîma Sûriye û Rusya, komên çekdar HTŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) a girêdayî Tirkiyeyê bi hevre tev digerin. Li gorî peymanê komên ku Tirk piştgiriyê dide wan, ji 2’emîn û 3’emin tumenê nêzî Hezar kesank arasteyî Başur û Rojavayê Idlibê kirin.
 
KOMÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYE ARASTEYÎ LÎBYA DIKIN
 
Di rojên dawî de komên girêdayî Tirkiyeyê arasteyî Libyayê dikin û ev yek balê dikişîne.Rusya û Tirkiye li Libya di eniyên cuda de cih digirin. Rusya, li Libyayê General Hafterî diparêze. Tirkiye jî îhvan Muslim Serrac diparêze.
Erdogan û Pûtîn dê di 8-9’ê Çile de li ser Idlib û Libya dîsa bên cem hev. Ji tebaxa 2016’an heta niha 24 caran rû bi rû û 45 caran jî bi telefonê bi giştî 69 caran hevdîtin kirin.
Tê payin ku dîsa li ser Libya û Idlibê bazarê bikin.
 
MA / Hêvî Hesen 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Rejîm û Rûsya li ber derê QSD’ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye

ÎDLÎB – Tê gotin ku Rûsya û rejîma Esad ji bo Îdlîbê ku bûye gêrika …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir