img

Aborînas Şahînoz: Êdî nikare ji derve deyn bike û çavkaniyên hundir jî xelas bûne

ENQERE – Aborînas Prof. Dr. Ahmet Şahînoz anî ziman ku derfetên ku Tirkiye pereyan ji derve deyn bike nemaye û berê xwe dide deynê hundir, lê çavkaniyên hundir jî xelas bûne. 

 
Li Tirkiye ji ber pirsgirêka krîza aborî her roj bi sedan kar ker ji kar tên avêtin, kargerî tên girtin, welatî întîhar dikin. Li dijî vê yekê îktîdar hewl dide ku wekî rewşa Tirkiye baş e nîşan bide û hişekî ava dike. Yên li dijî vê yekê derdikevin jî wan wekî “terorist”  tawanbar dike. Her diçe fatûreyên av, ceyran, xaza xwezayî zêde dibe. Lêçûn zêde dibe hatin kêm dibe. Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, têkildarî krîza aborî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
BETALÎ YEK JI NÎŞANEYA SEREKE YA KRÎZÊ YE
 
Şahînoz, anî ziman ku li gorî raqamên fermî, 4 mîlyon 600 û hezar mirovan hêviya xwe ji kar qut kirine û wiha got: “Dema ku em van mirovan jî tev li lîsteyê bikin nêzî 8 milyon mirovên betal hene. Ev jimar ji bo ciwanan pir zêde ye. Li Tirkiyeyê rêjeya ciwanên betal ji sedî 27 e. Di salek dawî de ji sedî 7  zêde bû. Rêjeya jinên ciwan ên betal jî ji sedî 33 ye. Ev nîşaneya krîza aborî ye.”  
 
Şahinnoz, destnîşan kir ku ji ber êdî baweriya welatiyan bi lîraye tirk (TL) nayê ji TL direve û wiha axivî: “Ji bo mirov karibin qîmeta perê xwe biparêzin diçin dovîz distînin. Di sala 2019’an de daxwaza welatiyên Tirkiye ya pereyê biyanî ji sedî 50 zêde bûye. Em ji vê yekê re dibêjin vegera dowizan ‘dolarizasyon’. Ev bi xwe nîşan dide ku rewşa krîza aborî di çi astê de ye. Tirkiye her ku diçe di aliyê aborî de bi derve tê girêdan. Tirkiye di qada aborî de ji aliyê teknolojiyê ve girêdayî derve ye. Ji bo hilberîna sanayiyê malzeme ji derve distîne. Ji sedî 80’ê pêdivî ji derve tên. Her ku diçe îthalat kêm dibe. Sedema kêmbûna îthalatê di Pîşesaziyê de hilberîn rawestiya ye. 
 
Yek ji nîşaneyê krîza aborî ferqa navbera îthalat û îmalatê ye. Li Tirkiyeyê di sala 2018’an dowîz ji sedî 30 zêde bû. Dolar gihişt 7 TL yan. Di 2019’an de dolar di navbera 5,60-5,80 TL’an de diçe û tê. Li Tirkiyeye bi milyonan welatî nikarin deynê karta krêdiyê bidin. Li Tirkiyeyê 7 milyon mirov ketine nava lêpirsînê û dosyaya îcrayê li wan hatiye vekirin. Di sala 2019’an de ev deyn ji sedî 50  zêde bûye. Ji sedî 60’ê mirovan hatina wan têra wan nake.  
Sînorê birçîbûnê 2 hezar û 400 TL ye. Lê heqê herî kêm 2 hezar û 20 TL ye. Ev pere têra malbata 4 kesî nake. 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 
 
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene

      XARPÊT – Waliyê Xarpêtê Çetîn Oktay Kaldirim, got: “225 birîndarên me hene. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir