img

992 kesên din jî bi Covîd-19’ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 992 kesên din jî bi şewba Covîd-19’ê ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. 
 
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 992 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 214 hezar û 993 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 402.
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin

WAN – Danişîna doza meleyê fahrî M.Ş.G. yê ji îstîsmarkirina zayendî ya 5 zarokan tê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir