img

5 salên şer 5: Pêdivî ji siyaseta aştiyê heye

ENQERE – Hikûmet û îqtîdara Tirkiyeyê piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an, dawî li “pêvajoya çareseriyê” ya tekildarî meseleya Kurd anî û şerekî dijwar xist meriyetê. Ji wê demê heta niha bi hezaran mirov hatin kuştin. Hewldana Darbeyê pêş ket, OHAL îlan kirin, betalî, xizanî zêd bû. Întîhar zêde bûn. Bi hezaran siyasetedarên Kurd hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Akademisyen Elçin Aktoprak, got “Aştî û siyaseta demokratîk niha pir ferz e.” Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî got: “Cihê şer lê hebe demokratikbûn pêş nakeve.” 
 
Di 97’emin sala Peymana Lozanê de polîtikayên înkar, bişaftin û tunehesibandina gelan didome. Piştî Peymana Lozanê rê li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd hat girtin û nasnameya gelê Kurd hat înkarkirin. Pirsgirêka Kurd di 40 salên dawî ya Tirkiyeyê de bûye pirsgirêka sereke ku li benda çareseriyê ye. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku li ser pirsgirêka nasnameya Gelê Kurd derket holê, 40 salin li dijî pergalê serê hebûna nasnameya Kurdan dimeşîne. Di nava 40 salan de zêdeyî 30 hezar mirovan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov hatin kuştin û hêj faîlên wan nediyar in. Dîsa bi hezaran mirov gor û hestiyên wan nediyar in. Dem bi dem ji bo çareseriyê gavên agirbestê hatin avêtin. Dem bi dem hevditin hatin kirin. Lê piştî protokola Mutabata Dolmabahçe Serokomar Tayyip Erdogan got “Mase mase tune ye.” û pêvajoya diyalogê xera kir û piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an pêvajoya şer dan destpêkirin. Pêvajoya çareseriya demokratîk ku di nava hikûmetê û Îmraliyê de di sala 2013’an de dest pê kir, di 24’ê Tirmeha 2015’an de bi êrîşa li dijî Qandîlê bi dawî kirin. Piştî vê pêvajoyê li dijî bajarên Kurdan bi tang, top û balafiran dest bi şerê giran kirin. 5 salin ev şer didome. Şer bi dijwarî didome. Her roj operasyonên eskerî û siyasî berdewam dikin. Her roj siyasetmedarên Kurd tên girtin, qeyûm tayîn dikin û jin tên qetilkirin. Her roj li herêmê bombeyan dibarînin. Zarok, jin û ciwan tên kuştin. Daristan tê şewitandin. Pêvajoya çareseriyê çawa dest pê kir û çawa bi dawî bû? 
 
SALA 2012’AN: GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛ
 
Girtiyên PKK’î û PAJK’ê û hemû girtiyên siyasî, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe û pirsgirêkên girtiyan ên tenduristî, ewlehiyê çareser bibe, di 12’ê îlona 2012’an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî parêzer herî dawî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de êdî nikaribûn biçin îmraliyê û nikaribûn Ocalan ziyaret bikin girtiyan dest bi grevê kir. Piştî bi deh hezaran girtî 68 rojan ketin greva birçîbûnê, li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyan dest ji grevê berda û pêvajoya diyalogê dest pê kir. Piştî çalakiyên li greva birçîbûnê rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtin kirin û piştre heyet şandin îmraliyê. Piştî hevdîtinan, pêvajoya çareseriyê ji nûve dest pê kir. 
 
2013: PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DEST PÊ KIR
 
Yekem car heyetek ku ji parlamenterên BDP’ê pêk dihat di 3ê Çileya 2013’an de çûn  Grava Îmraliyê. Di 9’ê Çile de li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan qetil kirin. Ocalan ev yek wekî hewldana kesên di nava dewletdê de pênase kir û got: “Mekanîka darbeyê xistin tegerê’. Ocalan aşkere kir ku muzakere didomin. Li ser nêta baş PKK’ê esker û polîsên di destê xwe de di 13’ê adarê de li hemberî protokolekê serbest berdan û radestî Tirkiyeyê kirin. 
 
Ocalan, di Newroza 2013’an de anî ziman ku êdî pêvajoya berxwedana bi çek bi dawî dibe, û dem dema siyaseta demokratîk e û got: “Me bi dehan salên xwe ji bo aştî û aramiya gel feda kir. Me bedelên gelek mezin dan. Ev têkoşîn û fedekarî qet vala neçû. Kurdan nasname, vîn û hebûna xwe ji nûve qezenç kir.” Ocalan peyama “Êdî dema bêdengkirina çekan û dema axaftina fikran û siyasetê hatiye.” da. Li ser banga Ocalan PKK’ê hêza xwe paşve kişand. Serokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Murat Karayılan, aşkere kur ku dê di 8’ê Adarê vekişin. Koma yekem di 14’ê Gulanê de gihişt Qandîlê. Lê hikûmetê ji bo vekişînê tu gavên zagonî neavêt. Konseya Navendîya KCK’ê di 9’ê Îlonê de daxuyanî da û diyar kir ku vekişîn rawestandine, lê dê agirbestê berdewam bikin. 
 
2014: PÊVAJOYA MUZAKEREYAN
 
Di sala 2014’an de li aliyekî pêvajoya diyalogê û çareseriyê berdewam dikir, li aliyê din hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk hat. Di sala 2014’an de li Sûriyeyê DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Di ve pêvajoya ku hevditin dihat kirin de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestin Kurdan bê statu bihêlin û mafê statuyê asteng bikin. Erdogan di 7’ê Îlona 2014’an de got “Kobanê ket dike bikeve” û piştgirî da êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê. Gel li dijî vê gotinê bertekên xew anîn ziman. Di vê pêvajoyê de çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê dest pê kir. Piştî Ocalan peyam şand gel dawî li çalakiyan anîn. 
 
Ocalan, di 21’ê Cotmehê de bi rêya heyeta Îmraliyê agahî da û got: “Piştî 15’ê Cotmehê “Pêvajoya çareseriyê” ketiye merhaleyek din. Ocalan xwest lezê bidin pêvajoya çareseriyê. Bi vê yeke taslaka ku ji 4 sernavan pêk dihat amade kir. Di vê pêvajoya ku taslak hat amadekirin de berdevkên hikûmetê, her çend aşkere dikirin ku pêvajo didome jî, lê li aliyê din polîtyandan ku fikaran zêde dike pêş diketin. 
 
2015: MUTABAKAT RED KIRIN ŞER DEST PÊ KIR 
 
Ocalan di Newroza 2013’an de peyama çareserya demoratîk û siyaseta demoratîk da. Di 28’ê Sibata 2015’an de protokola çareseriyê ku ji 10 xalan pêk tê, li Dolmabahçe îmze kirin. Mutabakata ku ji aliyê Ocalan ve hatibû amedekirin, ji aliyê Heyeta Îmraliyê, heyeta dewletê û hikûmetê ve li Qesra Dolmabahçe aşkere kirin. Di vê pêvajoya ku li bendê bû Ocalan bang li PKK’ê bike ku dest ji çekan berdin, Serokomar Erdogan bi xwe Mutabakata Dolmabahçe red kir. Redkirina mutabakatê û betalkirina vê mutabakatê bû sedema pêvajoya nû ya şer. Gotinên Erdogan wiha ne: 
 
* Erdogan di 15’ê Adara 2015’an de, di merasima Xelatên Aboriyê ya li Balikesirê de got: “Niha heye tune ez li pirsgirêka Kurd dinerim. Birayê min pirsgirêka Kurd a çi yaw. Êdî tiştekî wisa tune ye. Çiyê te kêm e?” 
 
* Di 20’ê Adara 2015’an de têkildarî niqaşên der barê Heyeta Çavdêriyê de: “Min ji rojnameyan xwend. Hûn rastiyê bixwazin tu agahiya min ji tiştekî wisa tune ye. Ez pir zelal bêjim. Ez erênî li vê meseleyê nanerim. Teşkilata îstîxbaratê ji destpêkê de ev pêvajo bi rêve birine.” 
 
* Di 22’ê Adara 2015’an de di vegera Ukrayna di teyarê de (Têkildarî Mutabakata Dolmabahçe): “Metnek nehat xwendin. Du metn nahit xwendin. Metna ku wan xwend û metna Yalçın (Akdogan) beg xwend ji hev cuda bûn. Ez civîna li wir rast nabînim.” 
 
HIŞYARIYA OCALAN 
 
Piştî van gotinên Erdogan ên têkildarî pêvajoyê de, di 5 Nisana 2015’an de hevdîtina dawî hat kirin. Piştre çarek din destûr nedan ku heyet biçe Îmraliyê. Ocalan, di vê hevdîtina dawî de ji heyeta HDP’ê re got: “Dibe ku ev hatina we ya dawi be. Ev kesana ne di wê cîddiyeta ku vê pêvajoya diyalogê bimeşînin de ne. Ocalan di pêvajoya çareseriyê de berê jî der barê helwesta hikûmetê de hişyarî kir û fikarên xwe anîn ziman. Rojek beriya ku Mutabakata Dolmabahçe bê aşkerekirin, Ocalan got “Eger AKP bixwaze bibe otoriter dê xwe xelas bike. Li hevkirin tune. Çareserî tune, aştî tune. Ger ku faşizmê pispêrin dê şer dest pê bike.” 
Ocalan hişyar kir û got: “Demokratîkbûn pêş nekeve dê mekanîka darbeyê têkeve meriyetê.” Lê ev hişyariya Ocalan li ber çavan nehat girtin. 
 
PLANA ERDOGAN YA B Û C’YÊ
 
AKP’ê piştî dît ku li gorî daxwaza xwe encamê ji pêvajoya çareseriyê nagire, berê xwe da hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an. Beriya hilbijartinê got 400 wekîlan bidin min. Lê Erdogan tişta hevî dikir di vê hilbijartinê de bi dest nexist. Erodgan di 22’ê Gulana 2015’an de di bernameyekê de got: “Îmraliyê dikin tabû. Ger ku hiqûq bê binpêkirin dewlet dê plana B û C têxe meriyetê. Planên dewletê yên wisa hene. 7’ê Hezîranê pêvajoya şikestinê ye. Beriya hilbijartinê AKP’ê her tim HDP kir hedefa xwe. Bulent Arinç di 3’ê Hezîrane de got “Ak Partî biçe, kesên dibêjin ‘Kî tê şûna wê bila bê’ bi me dilîzin. Eger Ak Parti biçe çareserî jî diçe” Piştre di 5’ê Hezîranê de li dijî Mîtînga HDP’ê ya  Amede êrîşa bombeyî pêk hat. Li dijî avahiyên HDP’ê yên Mêrsîn û Edeneyê êrîşên bombeyî pêk hatin. Li dijî HDP’ê 168 êrîş pêk hatin. Di van êrîşan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 500 kes birîndar bûn. Di vê pêvajoya hilbijartinê de 183 endam û rêveberên HDP’ê yên xebatên hilbijartinê dikirin hatin binçavkirin.
 
Di 7’ê Hezîranê de HDP’ê di hilbijartinê de 13,1 deng stend û 80 wekîl şandin meclîsê. AKP’ê jî bi serê xwe hikûmet ava nekir. Ji ber Erdogan hikûmet winda kir hilbijartin betal kir. AKP, MHP û milê Ergenekonê bûn yek. Erdogan di 14’ê Tebaxê de got “Divê êdî rêveberiya Tirkiyeyê bê guheritn. Divê ev yek di Destûra Bingehîn de bê zelalkirin. Erdogan, di 24’ê Tebaxê de biryara nûkirina hilbijartinê da. YSK’ê jî roja dîtir erê kir û biryar da ku hilbijartin di 1ê Mijdara 2015’aün de pêk bê. 
 
PÊVAJOYA ŞER DEST PÊ KIR
 
Heviyên ku di Hilbijartina 7’ê Hezîranê de pêş ket, di 20’ê Tîrmeha 2015’an di êrîşa li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst, di 24’ê Tîrmeha 2015’an êrîşen li dijî Qandîlê û di 10’ê Cotmehê êrîşa li dijî mîtînga kedkaran a GAR’a Enqereyê şikestin. 
 
Operasyona hewayî ya li dijî Qandilê ya 24’ê Tîrmehê, piştî kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ya 22’ê Tîrmehê pêş ket. Îktîdarê “Plana Hilweşînê” ku di Cotmeha 2014’an de di civîna Lijneya Ewlehiya Mîllî (MGK) de stendibû xist meriyetê. 
 
TURKDOGAN: DEWLETÊ QEBÛL NEKIR KU LI MASÊ RÛNÊ
 
Endamê Heyeta Mirovên Aqîl û Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan diyar kir ku 4 sedemên sereke yên ku rê li pêşiya pêvajoya çareseriyê girt û şer dest pê kir heye û wiha got: 
“Serdema yekemîn maseya ku li Grava Îmraliyê hat avakirin, ji pêvajoya diyaogê derbasî pêvajoya muzakereyan nebû. Dewleta Komara Tirkiyeyeyê qebûl nekir ku li maseya çareseriyê rûnê. Ya duyemîn geşedanên li Sûriyeyê bûn. Daxwaza Kurdan ku bibin xwedî statu, û rewşa statuya fîîlî. Dewleta Tirk ji vê yekê tirsiya. Ya sêyemîn, daxwaza Kurdan a rêveberiya cewherî bû. Daxwaza Kurdan a rêveberiya xweserî û parastina xweserî nehat qebûlkirin. Ya çaremîn, AKP û HDP ketin reqabeta hilbijartinê. Divê du partî jî bên rexnekirin.” 
 
KURKÇU: DEWLETÊ DÎT KU NIKARE CAREK DIN XWE AVA BIKE
 
Serokê Rûmetê yê Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurkçu jî wiha got: “Çareserî dihat wateya ku Gelê Bakurê Kurdistanê xwe bi xwe bi rêve bibe. Çareserî dihat weteya ku serdestiyê parve bikin. Diviya bû ku dewlet êdî dest ji feraseta cudakariyê berde. Neteweya Serdest û Çîna Serdest, dema li 50 salên dawi yên Tirkiyeyê dinerî, çareserî dewleta ku li dora Tirkîtiyê hatiye avakirin, nîşan dide ku dê nikarime xwe ji nûve ava bike. Dît ku li ser piyaseya Kurdistanê desthilatdariya wê ya navendî ji destê wê diçe. Hêzên serdest ji bo vê yekê ji destê xwe bernedin, li şûna aştiyê pêş bixin, xelasiya xwe di şer de dîtin. 
 
AKTOPRAK: JI BO AKP’Ê DIVÊ ÇARESERÎ BÊ JI BÎRKIRIN
 
Akademîsyenê Fakulteya Zanînên Siyasî yê Zanîngeha Enqereyê ku Danezana Aştiyê Îzme kir Alk. Doç. Elçin Aktoprak jî anî ziman ku sedema vê yekê guhertina di nava bloka di nava îqtîdarê de bû û wiha got: “Di encamê de di pêvajoya 2015’an ku tora tundiyê ava dikirin de Serokwezîr Davutoglu niha êdî ne di nava refê AKP’ê de ye. AKP dixwaze pêvajoya çareseriyê bide ji bîr kirin û Blokek nû ya îqtîdarê ava bike.”  
 
Piştî pêvajoya şer dest pê kir, li bajarên Kurdan di Tebaxa 2015’an de qedexeyên derketina kolanan hatin îlankirin. Li bajaran şer dest pê kir. Erkek pir zêde dan destê eskeran. Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewladan darbeyê pêş xistin. Di 20’ê Tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kirin. Di pêvajoya OHAL’ê de di Nisana 2017’an de Referandum û di 24’ê Hezirana 2018’an de Hilbijartina serokomariyê kirin. Bi vê hilbijartinê Serokomar û Serokê partiyê bû yek. 
Piştî OHAL’ê şer dîsa dest pê kir. Tundî zêde bû. Ertugrul Kurkçu, ev yek wekî vegera mêtîngeriyê pênase kir. 
 
Kurkçu, ev yek şiband pêvajoya 30 salên piştî avakirina Komarê û wihagot: “Di 30 salên piştî Komarê de li Kurdistanê li Dersim, Koçgiri, Agirî, komkujî pêk hatin. Di vê pêvajoyê de jî li Başûr, Rojava û perçeyên din ên Kurdistanê heman komkujî pêk hatin. Berê jî Ocalan ji bo rejîma Awarte û mekanîka darbeyê hişyar kiribû. Ji xwe piştî 15’ê tîrmehê di 20’ê Tîrmehê de OHAL îlan kirin û piştre jî li Efrin, Serêkaniye, Gire Sipî şer îlan kirin. 
 
LOZAN ÎNKARA KURDAN E
 
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser Peymana Lozanê û wiha got: “Peymana Lozanê înkara Kurdan e. Xwestin bi vê yekê li gorî ruhê 24’ê Tîrmeha 1923’an Peymana Lozanê hegemonyayê ava bikin. Di sedsala 21’an de ji bo vê bîrdoziyê bidin jiyandin Destûra Bingehîn diguherînin. Bi vê yekê dixwazin bêtir otoriter bibin. Sedema guhertina Destûra Bingehîn neçareseriya Pirsgirêka Kurd e. Dixwazin li axa ku  Kurd lê dijîn her tim serweriyê bikin. 
Wer difikirin ku Plana Şark Islahatê nûjen bikin û bi ser bikevin. Lê bi vê yekê necam nagirin. Di 5 salên dawî de gelek mirov hatin kuştin. Lê hêj encam bi dest nexistine. Li ruxmê vê yekê di vê ferasetê de israr dikin. 
 
ÇARESERÎ LI DIJÎ ŞER SIYASETA AŞTIYÊ YE
 
Li dijî tecrîdkirina Ocalan di 5’ê îlona 2016’an de 50 siyasetmedarên Kurd ku di navde endam û rêveberên HDP û DBP’ê û nûnerên rêwxistinên Kurdan jî hebûn, ji bo bi Ocalan re hevdîtin bê kirin, ketin grevê. Piştî vê yekê di 11’ê îlona 2016’an de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Wê demê Ocalan dîsa bi rêya Mehmet Ocalan diyar kir ku ew ji çareseriyê re amade ye û çareserî li dijî şer siyaseta aştiyê ye. Ocalan anîbû ziman ku hikûmet gavan bavêje dê karibe di nava hefteyekî de çareser bike. Lê tecrîdkirina Ocalan heta 2019’an berdewam kir. Piştî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir û li pey wê hemû girtiyên siyasî û li çar perçeyen Kurdistanê siyasetmedar ketin grevê, Parêzerên Ocalan, piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê Parêzer di 2-22’ê Gulanê 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê. 
 
Ocalan herî dawî di hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an de bi rêya parêzeran bang li aqilê dewletê kir û got: “Eger hûn dixwazin cihekî ji Kurdan re vekin, Werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dikarin di hefteyekî de îhtîmala rewşa şer ji holê rakim. Ez di çareseriyê de ji xwe bawer im. Ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet û aqilê dewletê jî tişta ku dikeve ser milê wê bike.” 
 
Hevdîtin dîsa hat qutkirin û herî dawî piştî di 2’ê Adara 2020’an de li Îmraliyê agir bi daristanê ket, Mehmet Ocalan piştî 21 salan yekem car di 27’ê Nîsanê de bi Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan dîsa diyar kir ku pêdivî ji siyaseta aştiyê heye. 
 
Akademisyen Aktoprak jî anî ziman ku ew bawer dike ku herî zêde  niha pêdiviya Tirkiyeyê ji siyaseta demokratîk û aştiyane heye. 
 
RÊYAE AŞTIYÊ DI RAKIRINA TECRÎDÊ RE DERBAS DIBE
 
Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku dema şer hebe û tecrîd bidome aştî pêş nakeve û got: “Ji bo aştî û siyaseta demokratîk pêş bikeve divê şer bi dawî bibe û tecrîd rabe. 
 
Turkdogan, anî ziman ku rola Ocalan a di çareseriyê de gelek girîng e û xwest tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: “Heta tecrîd bidome, aştî pêş nakeve. Divê hevdîtinên bi Ocalan re ji nûve dest pê bike.” 
 
Ertugrul Kurçu jî anî ziman ku Ocalan ji destpêkê de di aştiyê de israr dike û got: “Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bal dikişand ser şer û darbeyê. Armanc û hewldana Ocalan ew bû ku şer rawestîne û çareseriyê pêş bixe. Divê Ocalan karibe rola xwe bilîze. Hewldanên ji bo azadiya Ocalan dê bibe hewladana ji bo aştiya gelan û çareseriyê.” 
 
MA / Berivan Altan
 
 

 

Nuçe / Foto: Mezopotamya

Herwiha Check

img

Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn

STENBOL – Hêzên global ên hesabên wan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn hebûn û ku …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir